​​​​​​​Li Bakur û Tirkiyeyê hejmara qurbaniyên erdhejê gihaşt 36 hezarî

Li gorî daneyên fermî hejmara qurbaniyên erdheja li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gihaşt 36 hezar û 187 kesan.

​​​​​​​Li Bakur û Tirkiyeyê hejmara qurbaniyên erdhejê gihaşt 36 hezarî
16 sibat, 2023   09:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên dewleta Tirk bîlançoya dawîn a qurbanî û birîndarên erdhejê eşkere kir.

Heta niha di erdhejan de 36 hezar û 187 kesan jiyana xwe ji dest daye û 108 hezar û 68 kes jî birîndar bûne.

Li herêma erdhejê xebatên derxistina cenazeyan û rakirina kavilan dewam dikin.