Alîkariyên ku dewleta Tirk destûra derbasbûna wan nedida paşde hatin kişandin

Piştî 9 rojan Rêveberiya Xweser alîkariyên ku ji bo herêmên erdhejê yên dagirkirî amade kiribûn û dewleta Tirk a dagirker nedihişt derbas bibin, ji deriyê Um Cilûd vekişandin.

Alîkariyên ku dewleta Tirk destûra derbasbûna wan nedida paşde hatin kişandin
16 sibat, 2023   09:07
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Di 8`ê Sibatê de Rêveberiya Xweser ji bo herêmên dagirkirî 30 sehrîcên sotemeniyê û 20 sehrîcên alîkariyên sereke amade kirin.

Rêveberiyê gelek hewl da ji bo ku alîkarî bigihêjin mexdûrên erdhejê yên li herêmên dagikirî, lê dewleta Tirk a dagirker destûra derbasbûnê neda.

Şandeyên navxweyî yên ji herêmên dagirkirî ji bo gihandina aîkariyan navbeynkarî kir, lê dewleta Tirk ew jî asteng kirin.

Piştî 9 rojan, Rêveberiya Xweser ew alîkarî vekişandin.

Tê payîn ku rêveberî di vê derbarê de îro daxuyaniyekê bide.

(cx)

ANHA