ʹHikumeta Şamê nahêle avahiyên vala ji bo mexdûrên erdhejê werin kirêkirinʹ

Serokê Odeya Pîşesazî ya Helebê ya girêdayî hikumeta Şamê, rexne li hikumeta Şamê kir ku nahêle avahiyên vala ji bo mexdûrên erdhejê werin kirêkirin.

ʹHikumeta Şamê nahêle avahiyên vala ji bo mexdûrên erdhejê werin kirêkirinʹ
15 sibat, 2023   14:57
HELEB

Serokê Odeya Pîşesazî ya Helebê ya girêdayî hikumeta Şamê Faris El Şihabî da zanîn ku wan mijara avahiyên vala ji bo bicihkirina mexdûrên erdhejê bi hikumeta Şamê re parve kirin û got: "Ji ber rewşa awarte ye me pêşniyar kir ku avahiyên vala bi awayekî demkî kirê bikin. Tê tu kesî bersiv neda. Hincet jî ew bû ku avahî hatine firotin."

El Şihabî ji rojnameya El Wetan a nêzî hikumeta Şamê re got: " Îro bi hezaran mexdûrên erdhejê hene. Mîna leza birûskê pêwîstiya me bi avahiyên niştecihbûnê hene. Niha em ne amade ne ku bi bi lez yekîneyên niştecihbûnê yên nûjen û dirûst ava bikin. Sedema vê yekê gendelî û xemsariya hikumetê û rotînbûyîn e."

 (bb)