HPG: Artêşa dagirker 50 carî çeperên berxwedanê bombe kir

HPG`ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker 50 carî bombe li çeperên berxwedanê yên li qadên Çemço û Sîdayê barandiye.

HPG: Artêşa dagirker 50 carî çeperên berxwedanê bombe kir
15 sibat, 2023   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Artêşa Tirk a dagirker li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku di pozîsyona parastinê de ne, bi teknîka herî giran êrîşan dewam dike.

Agahiyên berfireh ên li ser êrîşan artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne;

14'ê Sibatê li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, çeperên me yên berxwedanê yên li dora qada Çemçoyê 8 caran bi helîkopteran hatin bombekirin.

14'ê Sibatê li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, çeperên me yên berxwedanê yên li derdora gundê Sîda û qada Çemçoyê 42 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."