Kongra Star: Dem dema azadiya Rêber Apo ye

Meclisa Kongra Star, Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li CPT`ê kir ku bi berpirsiyariyên xwe rabe û zextê li dewleta Tirk bike da ku parêzer karibin bi Rêbertî re hevdîtinê pêk bînin.

Kongra Star: Dem dema azadiya Rêber Apo ye
15 sibat, 2023   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

 Meclisa Kongra Star bi wesîleya salvegera 24`an a Komploya 15`ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya meclisê bi vî rengî ye:

“Di salvegera 24`an a komploya navneteweyî de ku di encama planek qirêj di 15`ê Sibatê de pêk hat, Rêber APO dîl hate girtin û radestî dewleta Tirk hat kirin. Hîn jî siyaseta qirkirinê û tunekirinê di kesayetiya Rêber APO de bi hemû cureyên îşkenceyê û tecrîda girankirî, berdewam e.

Dewletên komploger plan kirin ku sîstema hegemanîk li Rojhilata Navîn berdewam bike, wan hemû hêza xwe xistin dewrê da ku projeya Rojhilata Navîn ya Mezin li dijî projeya neteweya demokratîk a Rêber APO, pêk bînin. Bi wê yekê xwestin serweriya xwe li herêmê ferz bikin.

Ji ber vê siyasetê hemû gelên herêmê dikin qurban û hevsengiya xwazayê û gerdonê tevlîhev dikin, da ku serwerî û berjewendiyên xwe biparêzin û temenê sîstemên xwe dirêj bikin. Bi şerê qirêj û bêexlaqî, şerê leşkerî, aborî, psîkolojî û biyolojî hewl didin guhartina demografîk li herêma Mezopotamyayê pêk bînin.

Tevî zext, plangerî û êrişan, tevî ku Rêber APO ku 73 sal derbas kirine ji mafên xwe yên sereke bêpar hatiye hiştin jî û civaka navneteweyî li hember vê rewşê bêdeng e, komplo bi berxwedana bêhempa ya afrînerê hevjiyana azad Rêber APO ya li Îmrailyê, têk çûye. Berxwedana Rêber Apo li seranserê Rojhilata Navîn û cîhanê deng vedaye. fikr û felsefeya projeya netewa demokratîk îro bûye rêya çareserkirina hemû pirsgirêkên civakê û misogerkirina mafên hemû gelan li ser bingeha biratî, azadî û demokrasiyê.

Em komploya navneteweyî bi tundî şermezar dikin. Bangawaziya me ji civaka navneteweyî û hemû sazî û rêxistinên mafên mirovan re, bi teybet ji CPT`ê re ew e ku bi erk û berpirsariya xwe ya mirovahî û exlaqî rabin û zextê bidin ser dewleta Tirkiyê ku bi aweyekî lezgîn parêzer bişîne Îmraliyê, da ku rewşa Rêber APO zelal bikin, ku ev 23 meh in agahî jê nayên girtin. Bi taybet piştî vê erdhejê guman û metirsiyên me li ser jiyana Rêber Ocalan hene.

Em bang li gelê xwe, gelên herêmê û cîhanê, hemû kesên demokrasîxwaz dikin ku xwedî li Rêber APO derkevin da ku sîstema tecrîdê bişkînin, bi bilindkirina asta têkoşîna xwe azadiya Rêber APO misoger bikin. Dem dema azadiya Rêber Apo ye.”

(cx)