Piştî 12 salan cara yekem rayedarekî Urdinê serdana Sûriyeyê dike

Wê îro Wezîrê Karên Derve yê Urdinê Eymen Sefedî biçe Şamê. Ji 2011`an de serdanên dîplomatîk ên Urdinê ji bo Sûriyeyê çênebûne.

Piştî 12 salan cara yekem rayedarekî Urdinê serdana Sûriyeyê dike
15 sibat, 2023   09:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Reutersê, Sefedî wê îro berê xwe bide Sûriye û Tirkiyeyê. Li gorî çavkaniyên fermî yên ji Urdinê, serdan bi armanca piştevaniyê piştî erdheja li her du welatan, tê kirin.

Piştî 12 salan ev cara yekmîn e ku rayedarekî payebilind ê Urdinê diçe Sûriyeyê.

Piştî biryara Yekitiya Ereban di 2011`an de, Urdin jî di nav de gelek welatên Ereban têkiliyên xwe bi Sûriyeyê re qut kirin.

Lê di salên dawîn de, li ser gelek astan têkiliyên Sûriye-Urdinê ji nû ve dest pê kirin. Beşar Esed di 2021`an de bi Şahê Urdinê Ebdullah El Sanî Bin El Hisên re bi rêya telefonê peywendî pêk anî, li ser asta wezîrên derve yên Şam û Emanê civîn hatin lidarxistin û sînor hat vekirin.

Piştî erdheja li Sûriyeyê, Ebdullah El Sanî bi telefonê bi Beşa Esed re axivî û piştevaniya xwe nîşan da.

(cx)