Partiya Kesk a Demokrat banga mezinkirina têkoşînê ji bo bidawîkirina pergala Îmraliyê kir

Partiya Kesk a Demokratîk bang li hêzên têkoşer kir ku têkoşînê mezin bikin ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin, pergala hov a Îmraliyê bi dawî bikin. Her wiha got komploya kirêt di kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de hemû gelên aşît û demokrastxwaz kir hedef.

Partiya Kesk a Demokrat banga mezinkirina têkoşînê ji bo bidawîkirina pergala Îmraliyê kir
14 sibat, 2023   18:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi rasthatina salvegera 24`an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan re, Partiya Kesk a Demokratîk daxuyaniyek da û tê de bang li mezinkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Di dauxyaniyê de partiyê diyar kir ku komploya kirêt di kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de hemû gelên aştîxwaz û demokrat kir hedef. Di serî de gelê Kurd.

Her wiha di daxuyaniyê de partiyê komplo şermezar kir û bang li saziyên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan kir ku dengê xwe bilind bikin û rewşa Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê eşkere bikin.

Partiyê bang li gel û hêzên têkoşer kir ku têkoşînê mezin bikin ji bo ku azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan misoger bibe.

Partiyê di dawiyê de got: “Rêber Abdullah Ocalan xwedî fikrekî ronakbîr e ji ber wê divê azad be. Ji ber ku ewlehî û aştî li cîhanê pêk tîne. Azadî ji bo birêz Ocalan û hevalên wê.”

(şx)

ANHA