​​​​​​​“Armanca sereke ya komployê ew e ku fikrê rizgariyê neghêje gelan”

Foruma Sûriyeyê ya der barê Komploya Navneteweyî de piştî nîqaşkirina beşda duyemîn bi dawî bû. beşdarên forumê destnîşan kirin ku armanca sereke ya komployê ew e ku fikr û felsefeya rizgariyê negihêje gelê Kurd û gelên cîran. Her wiha diyar kirin ku mijara azadiya Rêber Abdullah Ocalan, daxwaza gel e ne tenê ya gelê Kurd lê belê ya gelên cîhana azad e.

​​​​​​​“Armanca sereke ya komployê ew e ku fikrê rizgariyê neghêje gelan”
14 sibat, 2023   16:02
HESEKÊ

Foruma Sûriyeyê ya der barê Komploya Navneteweyî de piştî nîqaşkirina beşda duyemîn bi dawî bû.

Di beşa duyemîn de rêbazên sekna li hember komployê, pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê rojnamevan, çalakvan Însaf Silêtên hatin nîqaşkirin.

Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer Abdullah û hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) beşa duyemîn nîqaş kirin.

Semer Abdullah got: “Rêber Abdullah Ocalan girîngî da afirandina kesayeteke azad û xurt xwedî vîneke azad ku dikare tev li jiyana siyasî û civakî bibe. Yanî wî hewl da kesayeteke çalak ava bibe ku mafên civakî, çandî û siyasî bi rêyên azad û adil bi dest bixe.”

Her wiha Semer destnîşan kir ku mijara azadiya Rêber Abdullah Ocalan daxwaza gel e ne tenê ya gelê Kurd lê belê gelên cîhana azad û got: “Rêber Abdullah Ocalan fikrê xwe yên ronakbîr û felsefeya xwe ya bêhempa ji bo pêşxistina gelan û parastina wan pêşkêş kir. Ji ber wê divê em bi rêbazên heyî fişarê li desthilata Tirkiyê bikin ji bo ku rewşa wî eşkere bike û wî yekser serbest berde.”

Sermer diyar kir ku gelê rêya berxwedan, vîna azad pejirandiye û fikrê rêber Abdullah Ocalan şopandiye, qirkirinê qebûl nake lê belê bi gelên herêmê re hevgirtî ye da ku jiyaneke azad û demokratîk ava bike.

Hevserokê PYD`ê jî Salih Muslim behsa rêbazên sekna li hember Komploya Navneteweyî kir û got: “Sekna li hember komployê, tê wateya rêgirtina li pêşiya pêkanîna armancên wê ye. Armanca sereke ya komployê ew e ku fikr û felsefeya rizgariyê yên Rêber Abdullah Ocalan negihêjin gelê Kurd û gelên cîran. Ji bo ku tu astengî li pêşiya projeya Rojhilata Navîn a mezin dernekeve. Ji ber wê divê sekna li hember komployê li ser du aliyan were meşandin, ya yekê girêdayî fikr û fesefeya Serok e ya din girêdayî kesayeta wî ye.”

Muslim destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan dîl hate girtin ji bo ku gelên herêmê rastiya modernîteya kapîtalîst û kiryarên wê li dijî gelan fêm nekin, her wiha ji bo ku gel di destê wan de amûr bimînin heta ku çawa bixwazin wan bi kar bînin.

Piştre beşdarên forumê beşa duyemîn nîqaş kirin ku muxalifê sûrî û koordînatorê giştî yê Şepêla Çapgir a Şoreşger a Sûriyê dr.Xiyas Naîse bi rêya qeyda bi dîmen got: “Em behsa bîranîneke bi êş û pêwîstiya wê bi têkoşînê heye dikin. Gelek dewletên hegemonîk ên cîhanê ew dîlgirtin û xistin tecrîdeke giran. Ev rêber, doza gel û gelên herêmî temsîl dike.”

Neîse destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan nayê tecrîdkirin ji ber ku doza wî di dilên hemû çalakvan, tevgerên siyasî û gelên herêmê de ye yanî ew azadî, xurt û di nava dilê hemûyan de zindî ye.

Çaverêye ku forum bi encamnameyekê bi dawî bibe.

(şx)

ANHA