​​​​​​​Rewşenbîr û siyasetmedarên ji welatên cuda: Doza Rêber Ocalan a hemû gelên cîhanê ye

Rewşenbîr û siyasetmedaran di Foruma Sûriyeyê ya der barê Komplya Navneteweyî de destnîşan kirin ku projeya Abdullah Ocalan a Rojhilata Navîn a Demokratîk, li hember projeyên hegemoya tirkî ya osmanî ya nû û Îsraîlê û projeya Rojhilata Navîn a Mezin, alternatîfeke mirovî ya pêşketî û aştiyane ye.

​​​​​​​Rewşenbîr û siyasetmedarên ji welatên cuda: Doza Rêber Ocalan a hemû gelên cîhanê ye
14 sibat, 2023   15:35
HESEKÊ

Formua der barê Sûriyeyê ya Komploya Navneteweyî de ku vê sibê dest pê kiriye, bi nîqaşên beşdarên wê ji derve û hundirê herêmê berdewam e.

OMER GUNIŞ: DIVÊ CÎHAN XWEDÎ LI BIRÊZ ABDULLAH OCALAN DERKEVE

Parêzerê Rêber Abdullah Ocalan Omer Guniş bi rêya zoomê tev li forumê bûn û got: “24 sal li ser komployê re derbas bû. Hêzên komploger di serî de Tirkiye, Amerîka û hêzên hegemonîk xwestin tevgerên kurdan qir bikin. Lê birêz Abdullah Ocalan roleke girîng lîst û nehîşt ku hêzên komploger û navneteweyî, tevgera kurdî bikin oxira berjewendiyên xwe. Birêz Ocalan li gorî planeke stratejîk û leşkerî tevgeriya, tevgera kurdî ji qirkirinê parast. Li vir em digihêjin wê encamê ku birêz Ocalan li gorî sê bendên sereke tevgeriya. Wî xwest ku kurd li ser lingan bin. Xwe nespêrin hêzên komploger. Sûd ji tecrubeyên pêşengên Rojhilata Navîn û hemû fîlozofên cîhanê girt û modeleke fikrî ya alternatîf pêşkêş ki. Roleke mezin da kurdan ku bi hemû pêkhateyan re bûn hevalbend û dikare xwe ji zulmê biparêze. Mînaka wê jî, herêmên Rojavayê Kurdistanê ye ku vê rêgezê pêk tînin.”

Guniş destnîşan kir ku tecrubeya Rojava girîng e, dewleta Tirk a dagirker bi vê girîngiyê hesiya ji ber wê tecrîd li ser rêber Abdullah Ocalan giran kir. Guniş got divê hemû xwedî li Rêber Abdullah Ocalan derkevin heta ku azadiya wî pêk were.

RIYAD DERAR: ARMANCA KOMPLOYÊ AFIRANDINA NAKOKIYEKE DIRÊJ A KURDÎ-TIRKÎ YE

Hevserokê MSD`ê Riyad Derar jî ku bi qeyda deng tev li forumê bû got: “Armanc ji dîlgirtina birêz Abdullah Ocalan, afirandina nakokiyeke demdirêj a tirkî-kurdî ye mîna doza Filistînê. Operasyona ku di encamê de dîlhate girtin, beşeke komployeke mezin e ji bo ku herêmê kontorl bike û nakokî û parçebûnê biafrîne. Lê di heman demê de amade bû bi rêya tevgerên şoreşger, guhertineke gerdûnî li dijî hegemoya netewdewletê, desthilatdar, hegemonya derve û kapîtalîst a hov pêk bîne, ji bo ku çareseriyên civakî ji dozan re peyda bike. Kesayeta birêz Ocalan, ne li gorî wan projeyan bû, ji ber wê komplo li ser serê wî pêk anî, tevgera wî bi terorê wesifand. Ji ber ku her tevgereke şoreşger a nîştimanî ku rizgariya ji hêzên hegemonîk armanc dike, bi terorê dihatin wesifandin.”

SEWSEN ŞOMAN: ME DENGÊ GELÊ BI DOZA RÊBER Abdullah Ocalan BAWER GIHAND ALIYÊN TÊKILDAR

Koordînator û berdevka Însiyatîfa Nû a Ji bo Azadiya Ocalan Sewsen Şoman axivî û îşaret bi serdana însiyatîfê y abo Meclisa Ewropayê kir û got: “Şandeya însiyatîfê ji bo ku fişarê li Meclisa Ewropayê, parlamenterên ewropî û komîteyên taybet ên azadiya girtiyan bike pêk hat. Me gelek hevdîtin bi rayedaran û xwediyên biryaran ên Meclisa Ewropayê re çêkirin. Me xalên, kesên bi azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bawer in, gihandin wan. Bersiv jî wiha bû ku daxwazên me qanûnî ne û hemû sûcên tên kirin derqanûnî û nerewa ne. Meclisê soz da ku daxwazên me tev li raporên xwe bikin bi taybet a CPT`ê.”

EHMED BEHAUDÎN: PROJEYA ROJHILATA NAVÎN A DEMOKRATÎK LI HEMBER HEGEMOYA TIRKIYA SOMANÎ YA NÛ ATLTERNATÎF E

Serokê  Partiya Yekitiya Sosyalîst a Misirê Ehmed Behaudîn Şaban destnîşan kir ku doza birêz Abdullah Ocalan û helwesta dewletên ewropî û saziyên navneteweyî yên ku parastina azadiyan îdia dikin, durûtiya lîbraliya rojavayî û îdiayên demokratîk ên dewletên ewropî û DYA`yê eşkere kir.

Şaban balkişand ser girîngiya nirxandina birêz Ocalan a Rojhilata Navîn ku li hember projeyên hegemoya tirkiye osmanî ya nû, Îsraîlê û projeya Rojhilata Navîn a mezin alternatîfeke mirovî, pêşketî ya aştiyane ye. Her wiha diyar kir ku tu rê li şûna hevgirtina hemû gelên herêmê yên Kurd, Ereb û yekkirina vîna xwe li hember dijminê hevbeş anku dewleta Tirk a dagirker tune ye.

Nivîskar û siyasetmedarê sûrî yê ji beravê Sûriyê Mihemed Îsa jî got: “Li hember vî zilamî ez bi îhanetê dihesim ku heta vê astê dîlgirtî ye. Ez bang li rêxistinên navneteweyî û saziyên civaka sivîl dikim ku berpirsyariyên xwe yên exlaqî bînin cih.”

Sekreterê giştî yê Partiya Guhertin û Pêşketina Sûrî Mistefa Qelecî got dîlgirtina birêz Ocalan û tecrîda giran li ser wî, yek ji haletên dîlgirtina siyasî ya herî hov e û li dijî qanûn û pîvanên navneteweyî ye.

Her wiha Qelecî anî ziman ku doza Rêber Abdullah Ocalan, dozeke giştî ye û ya hemû gelên cîhanê ye û got: “Bêparhiştina mirovek ji azadiya wî û qutkirina wî ji derve, derqanûnî û neexlaqî ye.”

(şx)

ANHA