​​​​​​​Komploya 15ʹê Sibatê li Eyn Îsayê hat şermezarkirin

Bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsayê û koçberên Girê Spî bi meşekê Komploya Navneteweyî ya 15ʹê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan kir.

​​​​​​​Komploya 15ʹê Sibatê li Eyn Îsayê hat şermezarkirin
13 sibat, 2023   13:22
EYN ÎSA

Meclisa PYDʹê ya kantona Girê Spî ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15ʹê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşek birêxistin kir. Bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsa û koçberên Girê Spî beşdarî meşê bûn ku ji pêşiya Mizgefta Mezin a naverasta navçeyê dest pê kir. Di meşê de dirûşmên silavkirina Rêber Ocalan û banga azadiya wî ya fîzîkî, şermezarkirina komployê hatin berzkirin. Her wiha pankartên bi nivîsên "Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye" "Em Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêbertî şermezar dikin" hatin vekirin.

Meş li çerxerêya Cûdî veguhertî mîtîngê. Li vir cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Hezai Mihemed axivî û got, dewletên kapîtalîst ên destpotî di kesayeta Rêber Ocalan de xwestin tevahî gelên bindest bikin hedef û rê li ber belavbûna ramanê wî bigirin.

Hezai Mihemed anî ziman ku fikir û felsefeya Rêber Ocalan ket dilê gelên bindest û hevalên wî li tevahî cîhanê ev fikir belav kirin.

Hevseroka Meclisa PYDʹê ya Girê Spî  Bêrîvan Îsmaîl bang li rêxistinên mirovî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin bila tecrîda li ser rêber Ocalan bişkîne û dimildest rewşa wî ya tenduristiyê eşkere bike û wî azad bike.

Mîtîng bi dirûşmên şermezarkirina komployê û silavkirina Rêber Ocalan bi dawî bû.

(bb)

ANHA