​​​​​​​Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 40 kamyonên alîkariyan dişînin herêmên erdhejan

40 kamyonên alîkariyan ber bi deriyê Um Cilûd ê di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên bakurê Sûriyeyê yên dagirkirî de bi rê ketin. Wê hin kamyonên din jî piştre bi rê bikevin.

​​​​​​​Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 40 kamyonên alîkariyan dişînin herêmên erdhejan
​​​​​​​Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 40 kamyonên alîkariyan dişînin herêmên erdhejan
​​​​​​​Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 40 kamyonên alîkariyan dişînin herêmên erdhejan
​​​​​​​Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 40 kamyonên alîkariyan dişînin herêmên erdhejan
13 sibat, 2023   12:59
 REQA

Karwanê alîkariyan ji 40 kamyonên ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya Hemleya “Hûne Sûriye (Ev der Sûriye ye)” de kom kirine, pêk tê. Karwanê alîkariyan vê sibehê ji çarxerêya Firûsiyê yê bakur rojavayê bajarê Reqayê bi rê ket û berê xwe dide deriyê Um Cilûd. Dê ji wê derê ber bi herêmên bakurê Sûriyeyê yên dagirkirî ve bi rê bikevin. Komîteya Sotmeniyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê sotmenî daye wan kamyonan.

Çalakvan Taha Cefal bi bîr xist ku vê sibehê 40 kamyonên alîkariyan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine amadekirin bi rê ketin. Kamyonên alîkariyan ji sotemeniyê û madeyên din pêk tên.

Cefal bang li rêxistinên navneteweyî û hiqûqî û Koalîsyona Navneteweyî kir ku zextê li rejîmên Tirkiye û Sûriyeyê bikin da ku dergehan vekin. Her wiha bang li hemû dewlet û rêxistinên navneteweyî kir ku zextê bikin û rejîmên Sûriye û Tirkiyeyê neçar bikin ku deriyan vekin da ku alîkarî bigihêjin xelkê herêmên erdhejan.

Li gorî Cefal, 20 kamyonên din ji aliyê şêniyên Reqayê ve hatine amadekirin û dê piştre ji bo xekê herêmên zirar dîtine bên şandin. Di wan kamyonan de jî madeyên xwarinê, şîrê zarokan, betanî û hin pêdiviyên din hene.

(cx)

ANHA