​​​​​​​Rêveberiya Sivîl a Minbicê tev li kampanyaya alîkariyan bû

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê îro tev li kampanyaya alîkariyan a “Bi hev re ji bo mirovahiyê” bû. Kampanyayê ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê dest pê kiriye.

​​​​​​​Rêveberiya Sivîl a Minbicê tev li kampanyaya alîkariyan bû
13 sibat, 2023   12:39
MINBIC

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Gundewarên Wê, têkildarî mijarê li qada giştî ya bajêr daxuyaniyek da. Endamê Rêveberiya Komîteya Kar û Barên Civakî Îbrahîm El Mistefa daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku rêveberiya Minbicê tev li kampanyaya “Bi hev re ji bo mirovahiyê” ya ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê yên li herêmên Sûriyeyê dibe.

Kampanyaya alîkariyan heta 20`ê Sibatê dê dewam bike.

(cx)

ANHA