Çiya Kurd ji şandeya Brîtanyayê re: Gefên dewleta Tirk nesekinîne

Şandeyeke Parlamentoya Brîtanyayê serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a li bajarê Qamişlo kir. Di serdanê de, şande li ser rewşa herêmê û êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagikrer hat aghadarkirin.

Çiya Kurd ji şandeya Brîtanyayê re: Gefên dewleta Tirk nesekinîne
13 sibat, 2023   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermî ya daîreyê, şandeya Brîtanyayê ji parlamenterê ji Partiya Karkeran Lloyd Russell Moyley û parlamenterê ji Partiya Muhafizkaran Matthew James Offord pêk hat. Şande ji aliyê Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Bedran Çiya Kurd, Cîgirên Hevserokatiyê Fener El Giêt û Robêl Beho, endamên Desteya Rêveber Xalid Îbrahîm û Gulistan Elî ve hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de, Bedran Çiya Kurd got: “Di demên dawîn de li herêmê karesata erdhejê pêk hat. Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi erdhejê bandor bûn û zirarên canî û madî çêbûn.”

Çiya Kurd bi bîr xist ku Rêveberiya Xweser ji bo alîkariya mexdûran bêyî cudahî hem ji bo herêmên hikumeta Şamê, hem jî ji bo herêmên di bin dagirkeriya komên girêdayî dewleta Tirk de, karwanên mezin ên alîkariyan amade kirin û wiha dom kir: “Lê belê av alîkarî hîn li dergehan in û destûra derbasbûna wan nayê dayîn. Ev yek ji ber hewlestên siyasî yên girêdayî komên çekdar, dewleta Tirk a dagirker û rejîma Sûriyeyê ye. Ew vê rewşa mirovî polîtîze dikin, bi cudahî nêz dibin û gihandina alîkariyan ji bo herêmên li her du aliyên sînor ku piraniya niştecihên wan Kurd in, dereng dixin.”

Çiya Kurd bal kişand ser girîngiya hevkariya di navbera Koalîsyona Navneteweyî û Hêzên Sûriya Demorkaîtk di têkoşîna li dijî DAIŞ`ê de. Her wiha destnîşan kir ku gefên dewleta Tirk di vê karesatê de jî nesekinîne û ew bi tobavêj û balafiran êriş dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev nîşan dide ku rejîma Tirk siyaseta qirkirina gelê me didomîne. Ev siyaset bi tevgera di rewşa erdheja li herêmê de, astengkirina alîkariyên ji bo mexdûran xwe dide der. Ev nîşaneyek din a israra rejîma faşîst a Tirkiyeyê di kuştin û rûxandinê de ye.”

Parlamenterê ji Partiya Karkeran Lloyd Russell Moyley jî got ku ew hatine herêmê da ku rewşê û pêdiviyên herêmê piştî erdhejê nas bikin û ew dixwazin bizanibin çawa sîstema li gorî biratiya gelan, jiyana hevbeş di navbera “kêmnetewe”, ol û tayîfeyan de hatiye avakirin.

Moyley ji ber têkoşîna wan a li dijî terorê li şûna tevahî cîhanê, spasiya QSD`ê û Rêveberiya Xweser kir.

Parlamenterê ji Partiya Muhafizkaran Matthew James Offord jî bang li civaka navneteweyî kir ku hemwelatiyên xwe yên ku “sûc kirine û endamên DAIŞ`ê” vegerînin, ji ber ku pirsgirêkên ewlehiyê derdixin û bandorê li Rêveberiya Xweser û civaka navneteweyî jî dikin.

Offord diyar kir ku ew tecrûbeya Rêveberiya Xweser a ku hemû pêkhateyên herêmê digire nava xwe, diecibînin û got: “Ev modela Rêveberiya Xweser dê li parçeyên din ên cîhanê û Rojhilata Navîn jî bibe nimûne.”

(cx)

ANHA