Hikumeta Şamê nahêle derman derbasî dermanxaneyên ruxsetkirî bibin

Dermanfiroşekî ji navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê got, dermanxaneya wî ji aliyê hikumeta Şamê ve ruxsetkirî ye, lê tevî wê jî nahêle dermanan ji Helebê bînin herêmê.

Hikumeta Şamê nahêle derman derbasî dermanxaneyên ruxsetkirî bibin
13 sibat, 2023   06:43
ŞEHBA

Hikumeta Şamê bi rêya bendên kontrolê yên li ser rêya di navbera bajarê Heleb û kantona Şehbayê de, ji 4 mehan ve nahêle derman, sotemenî û madeyên xwarinê derbasî kantonê bibin.

Girêdayî mijarê, dermanfiroşekî ji navçeya Fafînê ku ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike got: “Min ruxseteke fermî ji sandîqeyê wergirtiye. Dikarin biçin Helebê, lê hikumeta Şamê bi hiceta ku herêm li derveyî kontrola wê ye û girêdayî Rêveberiya Xweser e, nahêle ez madeyan bi xwe re bînin Şehbayê ji bo ku bixim dermanxaneya xwe. "

Dermanfiroş diyar kir ku ji derdora 2 mehan ve hikumeta Şamê hemleyê ewlehiyê li dijî wekîl û dermanfiroşan zêde kirine da ku nehêlin tu derman derbasî herêmê bibin. Her wiha destnîşan kir ku ji derdora du salan û nîv ve, nahêle dermanxaneyên ruxsetkirî yên li herêmên Şehbayê, derman derbasî herêmê bikin.

Dermanfiroş wiha domand: “Gihaşt wê astê ku hikumeta Şamê bi hiceta ku destekê didim komên terorîst ên kantona Şehbayê nahêle ez dermanê xwe yê taybet jî bi xwe re bibim.”

Têkildarî rêbazên peydakirina dermanan li Şehbayê dermanfiroş da zanîn ku bi rêya bazirganên sûka reş bi buhayekî bilind dermanan peyda dikin.

Dermanfiroş hişyarî da ku heke dorpêç berdewam bike, dê karesateke mirovî ya rastîn bi serê koçberên Efrînê de pêk were.

(şx)

ANHA