Rojnameyên erebî: Hêviyên rizgarkirina kesên di bin xirabeyan de kêm in

Erdheja li Sûriye û Tirkiyeyê, pêşketinên normalîzekirina têkiliyên Îsraîl û dewletên Ereban û aloziya Lubnanê mijarên îro yên rojnameyên erebî ne.

Rojnameyên erebî: Hêviyên rizgarkirina kesên di bin xirabeyan de kêm in
13 sibat, 2023   08:36
NAVNEDA NÛÇEYAN

ʹDI ROJA 7ʹAN DE HÊVÎ KÊM BÛNE Û HEJMARA QURBANIYAN ZÊDE DIBEʹ

Têkildarî rewşa Sûriyeyê rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsand: "Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê duh xebatên xwe bi awayekî berfireh dewam kirin û gelek serkeftin hatin tomarkirin. Lê di roja 7ʹemîn a erdheja wêranker de ku barbanga Duşema borî li 10 eyaletên li başûrê Tirkiye û herêmên bakurê Sûriyeyê rû dabû, hêviyên berdewama dîtina kesên sax di binê kavilan de kêm bûye.

Piştî serdana Wezîrê Karên Derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias bo bajarê Edeneyê têkiliyên di navbera Enqere û Atînayê de pêşketin. Hempîşeyê wî yê Tirk Mevlut Çavuşoglu li benda wî bû, berî ku wî bigihîne herêmên ziyan dîtine  ku tîmeke rizgarkirinê ya Yewnanîstanê lê dixebitin.

Çavuşoglu got ku Yewnanistan yek ji welatên  pêşîn bû b ku alîkarî da û yekser tîmên lêgerîn û xilaskirinê şandin. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê anî ziman ku serdana hempîşeyê wî yê Yewnanistanê bo herêmên erdhejê, hevgirtina Yewnanîstan û gelê wê bi Tirkiyê re nîşan dide.

Her wiha li Şamê hat ragihandin ku serokê rejîmê Beşar Esed duh pêşwaziya Wezîrê Karên Derve yê Îmaratê Şêx Ebdula Bin Zayid Al Nehyan kir.

Tîmên rizgarkirinê  li hin taxan hejmareke kes, di nav de zarok û kesên bi temen ji binê kavilan derxistin. Duh hate ragihandin ku  li Tirkiyeye hezar 29 hezar û 605 kes ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest da û li Sûriyeyê 3 hezar û 500 kesan jiyana xwe ji dest da. Ji roja Înê ve bîlançoya qurbaniyên erdhejê nehatiye nûkirin.

Girêdayî mijarê rêxistineke alîkariyê ya Îsraîlê roja Yekşemê got, ji ber fikarên mezin ên ewlehiyê yên li ser karmendên wê, wê xebatên xwe yên rizgarkirinê rawestand û vegeriya Îsraîlê. Piştî biryara artêşa Awisturya  û tîmên rizgarkirinê yên Almanyayê ya roja Şemiyê ku ji ber fikarên ewlehiyê xebatên xwe rawestandin, rêxistina îsraîlî jî ev biryar da. "

TÊKILIYÊN ÎSRAÎL Û DEWLETÊN EREBAN

Têkildarî rêveçûna normalîzekirina têkiliyên Îsraîl û dewletên erebî de, rojnameya El Ereb wiha nîvisand "Di kongreya Piştgirî û Parastina Qudisê ya ku roja Yekşemê  li avahiya Komkara Dewletên Ereb a li Qahîreyê hatibû lidarxistin de, hate gotin ku dewletên ku berê têkilî bi Îsraîlê re normalize kirine (Misir, Undin, Desthilata Filistînê) ji siyasetên normalîzekirinê yên dewletên erebî yên nû û yên Afrîkyayê ne rihet in. Ji ber vê yekê bang li dewletên ku berê têkilî bi Îsraîlê re normalize kirine, hate kirin ku bi helwesteke sabit nêzî doza Filîstinê bibin. 

Meyla Îsraîlê ya ji bo zêdekirina leza normalîzasyona bi welatên erebî û afrîkî re, ku ya herî dawî Sûdan û Çad e, ji bo wî dilrihetiyek e, ji ber ku ev normalîzekirin ji doza Filistînê dûr e û girîngiyê dide têkiliyên du alî.

Xuya ye ku Misir, Îsraîl û Filistînê dest bi istismarkirina siyasî ya dosyaya Qudisê kir ku niha ji aliyê Îsraîlê ve tên binpêkirin. Hikumeta nû ya rastgir dixwaze nasnameya bajêr ji holê rake û beşên rojhilat û rojava tenê bi Cihûyan re sînordar bike.

Serokên her sê welatan di kongreya ku ji aliyê Komkara Dewletên Ereb ve hat lidarxistin de xwestin piştrast bikin ku "leza" ber bi Îsraîlê ve ya di bin ala normalîzekirinê û Peymana Birahîm de dê doza Filistînê betal neke.

Serokê Misirê Ebdulfetah El Sîsî, Qiralê Urdinê Ebdullah El Sanî û Serokê Filistînê Mehmûd Ebas (Ebû Mazen) hewl dan ku hestên gelên Ereb bi helbijartina Qudisê weke sernavê kongreyê peyamên xwe yên siyasî yên redkirina nêzîkatiya normalîzekirina nûjen bidin. ʹʹ

ʹPARLANEMTO ALOZIYEKE NÛ LI LUBNANÊ GÛR DIKEʹ

Girêdayî aloziya Lubnanê jî rojnameya El Beyan got: "Nêzî 4 meh in Lubnan di aloziya valahiya cihê serokatî de ye. Lê aloziyeke nû ji aliyê parlamentoyê ve hate derxistin. Serokê parlametoyê Nebîh Birî biryar da ku banga civîneke qanûnî bike da ku qanûna "Kapîtan Konrol" derbas bike. Ji ber tunebûna serokkomar tayîdkirina alternatîfan ne mumkin bû.

Parlamento îro civînekê li Eyn Tînayê li dar dixe. Li hemberî lidarxistina mîna van civînana hêrs û bertek zêde dibin. 46 parlamenterên bloka muxalif û yên serbixwe bi daxuyaniyeke hevbeş ragihandin ku li gorî madeya 75 a destûrê, ji ber vahiya cihê serokkomar ew beşdarî van civînan nabin."

(bb)