Yekem kamyona alîkariyan derbasî herêmên dagirkirî bû

Kamyonek alîkariyan a girêdayî Rêxistina Bijîşkên Sînor Nenas bi alîkariya Rêveberiya Xweser di deriyê Um Cilûd ê Minbicê re derbasî herêmên bakur û rojavayê Sûriyeyê yên dagirkirî bû.

Yekem kamyona alîkariyan derbasî herêmên dagirkirî bû
13 sibat, 2023   08:32
MINBIC

Hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mela Îbrahîm ku niha li deriyê Um Cilûd (di navbera Minbic-Cerablusê de ye) da zanîn ku kamyoneke alîkariyan a girêdayî Rêxistina Bijîşkên Sînor Nenas beriya çend kêliyan derbasî herêmên bakur û rojavayê Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de bû.

Hêjayî gotinê ye ku ev kamyona yekemîn e ku bi alîkariya Rêveberiya Xweser derbasî herêmên dagirkirî tê kirin.

Mela Îbrahîm da zanîn ku karwanekî alîkariyên navxweyî (gel di nav xwe de kom kirine) ya ji 32 erebeyan wê piştî çend kêliyan derbasî herêmên dagirkirî bibe.

Rêvebriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê demek berê ragihandibû ku ji bo gihandina alîkariyan ji mexdûrên erdhejê yên li Sûriyeyê re, wê hemû dergehan veke.

(cx)

ANHA