Ji bo mexdûrên erdhejê erdê xwe difiroşe

Welatiyekî ji navçeya Şedadê erdê xwe yê çandiniyê daye ber firotinê, bi wê rengî xwest beşdarî kampanyaya alîkariyê ya Rêveberiya Xweser bibe û alîkariyê pêşkêşî mexdûrên erdhejê yên li Sûriyeyê bike.

Ji bo mexdûrên erdhejê erdê xwe difiroşe
13 sibat, 2023   09:03
 HESEKÊ

Piştî erdheja ku berbanga 6`ê Sibatê li Sûriye û Tirkiyeyê rû daye û ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê di 9`ê Sibatê de kampanyaya “Bi hev re ji bo mirovahiyê” da destpêkirin. Dê kampanya heta 20`ê Sibatê dewam bike. Rêveberiya Xweser her wiha li seranserê bajar, navçe û bajarokan jî kon danîn.

Welatiyê bi navê Mihemed Ebid El Xilêf (43) ê ji gundê Elûs ê rojavayê Şedadê ku li bin konê alîkariyan ê li navçeyê bû, ji bo alîkariya mexdûran pere dan û erdê xwe yê çandiniyê da ber firotinê da ku wan pereyan wek alîkarî pêşkêş bike.

El Xilêf ji ajansa me re wiha axivî: “Min pereyên xwe wek alîkarî pêkêş kirin, ez erdê xwe jî didim ber firotinê da ku wan pereyan jî bidim xelkê me yê di erdhejê de zirar dîtine. Ez li bendê me ku erdê min were firotin, da ku pereyên wê bidim senoqa alîkariyan a di bin vî konî de.”

El Xilêf destnîşan kir ku erdê wî bi rûpîvana 128 donim e û demek berê nirxê wê hatibû nêzî 80 milyon lîreyên Sûriyeyê.

(cx)

ANHA