Hiso: Dewleta Tirk şerê modela herî guncaw ji bo Sûriyeya paşerojê dike

Ekrmen Hiso destnîşan kir ku geşedanên li herêmê û bandorên wê, dê rê bidin ku projeya Rêveberiya Xweser rewa bê dîtin, nexasim piştî ku Konseya Ewlehiyê ya NY`ê li şûna biryara /2254/, biryara hejmar /2268/ esas girt.

Hiso: Dewleta Tirk şerê modela herî guncaw ji bo Sûriyeya paşerojê dike
13 sibat, 2023   05:44
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Vê dawiyê li herêmên û qada navneteweyî tevgerek siyasî û dîplomatîk a zêde hebû. Bi taybet di navbera hêzên dijber ên li Sûriyeyê de (Tirkiye, Îran, Rûsya, Amerîka). Ji aliyekî din di navbera hêzên hegemon de li Ukraynayê şer heye. Rûsya û Çîn jî tatbîqatên leşkerî yên hevbeş pêk tînin. Li aliyê din jî der barê Azerbêcan û Ermenistanê de, di navbera Tirkiye-Îranê de alozî heye.

Her wiha piştî ambargoya li ser Rûsyayê, peymana der barê balafirên F-16 û F-35 û tevlêbûna Fînlandiya-Swêd ji NATO`yê re, têkiliyên Tirkiye-Amerîkayê aloz bûn.

Çavdêran serdana dawîn a Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê ji bo Washingtonê wek “serdanek binkeftî” nirxand.

Di encama civînên dawîn ên wezîrên parastinê û îstixbaratê yên Rûsya, Tirkiye û Sûriyeyê de ku Îran (hevalbenda sereke ya hikumeta Şamê) beşdarê nebû, li ser girîngiya gihîştina lihevhatina sûriyeyî-tirkî hat lihevkirin. Lê belê ew civîn hatin astengkirin, ji lew re biryar hat girtin ku civînek sûriyeyî-tirkî-rûsî bi tevlêbûna Îranê ji nû ve bê nîqaşkirin.

DEWLETA TIRK ŞERÊ MODELA HERÎ GUNCAW A SÛRIYEYA PAŞEROJÊ DIKE

Geşedanên dawîn bi awayekî yekser bandor li herêmên Rêveberiya Xweser kir, her hêzek û di serî de dewleta Tirk xwedî berjewnediyên taybet e dixwaze li ser Rêveberiya Xweser ferz bike.

Endamê Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Serokê Berê yê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Ekrem Hiso ji ajansa me re axivî.

Hiso destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker niha li şûna (Tehran, Şam, Moskov-ku hewl dide sîstema navendî li Sûriyeyê vegerîne- û Bexdayê) bi rola sereke radibe û şerê Rêveberiya Xweser ya ku modela herî guncaw ji bo Sûriyeya paşerojê ye, dike.

Hiso bal kişand ku dewleta Tirk di şoreşên Bihara Ereban de gelek rol girtin ji navbeynkariyê di şerê Rûsya-Ukraynayê de bigire û heta gefên li dijî Ewropayê bi rêya dosyaya penaberan û wiha dom kir: “Her wiha ew endamê ne dilsoz ê NATO`yê ye, bi rêya kirîna sîstema moşekan ji Rûsyayê û astengkirina endamtiya Fînlandiya û Swêdê di NATO`yê de, ewlehiya NATO`yê dixe xeteriyê. Ev yek dijberî berjewendiyên hêzên cîhanî ye, yên ku helwesta Tirkiyeyê wekî helwesteke îstismarker û dûrî navaroka NATO`yê dibînin. Ji lew re Enqere êdî barekî giran e û bandorê li wan jeo-polîtîk û aborî yên aliyên şer û hevalbendên wan dike.”

ŞER Û FAKTORÊN JEOSIYASÎ PIŞTÎ ŞERÊ UKRAYNA GELEK HATIN GUHERTIN

Li gorî Hiso piştî binkeftina siyasî ya serdana wezîrê karên derve yê Tirkiyê di vê dawiyê de bo Washingtonê, şert û faktorên jeosiyasî piştî şerê Ukraynayê gelek hatin guhertin û êdî berjewendiyên nakok ên bi Enqere û hevalbendên wê li herêmê re ji her demê bêtir bandor li erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin.

GEŞEDANÊN DAWÎN PROJEYA RÊVEBERIYA XWESER BER BI REWABÛNA DESTÛRÎ VE NÊZ DIKE

Hiso destnîşan kir ku geşedanên dawîn ên li herêmê û encamên wê ji berê pirtir dê bibin alîkar ku projeya Rêveberiya Xweser ber bi rewabûna destûrî ve nêz bike. nexasim piştî di civîna dawîn a Meclisa Ewlehiyê ya NY`ê de xwedî li nîqaşkirina biryara 2268 hat derketin li şûna biryara 2254.

Biryara 2268, 26`ê Sibata 2016`an de ji aliyê Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê ve bi giştî hate erêkirin. Meclisa bang li rawestandina şer û derbasbûna karmendên alîkariyên mirovî bo Sûriyê kir.

Hiso diyar kir ku hêzên Astanayê û hikumeta Şamê, projeya Rêveberiya Xweser li ser xwe xetere dibînin, berovajî wê ku hêzên cîhanî erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye serkêşeya herêmê û got: “Lewra li şûna Astanayê vê dawiyê dika çaralî (Moskov, Tehran, Şam û Enqere) ji bo çareseriyê tu pêşniyarên Rêveberiya Xweser qebûl nakin.”

Hiso wiha pê de çû: “Gelek derfetên xurt ên Rêveberiya Xweser hene ku dikarin bi awayekî baş bi kar bînin û niha ez nikarim bibîr bixin.”

Hiso anî ziman ku helwesta Rêveberiya Xweser ji destpêka damezirandinê ve û li hember geşedanên dawîn diyar e û got: “Rêveberiya Xweser avakirina Sûriye ji bo hemû sûriyan, cirantiya baş, destwerdana kar û barên dewletên cîran neke û deriyê diyalogê bi hemû aliyan re veke, armanc dike.”

(cx-şx)

ANHA