Desteya Tenduristiyê hişyarî da: Wê derman biqedin-HATE NÛKIRIN

Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Efrîn û Şehbayê Alya Mihemed hişyarî da ku di demeke nêzîk de wê derman û pêwîstiyên tenduristiyê li Şehbayê biqedin.

Desteya Tenduristiyê hişyarî da: Wê derman biqedin-HATE NÛKIRIN
13 sibat, 2023   05:48
ŞEHBA-CÛDÎ SÎPAN

Ji zêdetirî 5 mehan ve hikumeta Şamê ambargoya li ser kantona Şehbayê giran kiriye, nahêle derman, sotmenî û madeyên xwarinê derbasî kantonê bibin.

Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Efrîn û Şehbayê Alya Mihemed hişyar da ku bi hatina malbatên ji taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê re karesateke mirovî rû bide û diyar kir ku heta niha alîkarî derbasî herêmê nebûne.

Alya Mihemed anî ziman ku desteyê hemû derfetên ji bo şêniyên li kantonê xistine seferberiyê û got, li gel ambargoya giran a ku hikumeta Şamê ferz kiriye, ew derman û tedawiya pêwîst pêşkêş dikin.

Hevseroka Desteya Tenduristiyê her wiha destnîşan kir ku ji dema girankirina ambargoyê ve nexweşxane Avrîn û navendên tenduristiyê deriyê xwe li pêşiya şêniyan negirtine û li gorî derfetên xwe pêwîstiyên wan pêşkêş dikin.

Alya Mihemed hişyarî da ku bi hatina zêdetirî 3 hezar malbatên ji Şêxmeqûsd û Eşrefiyê yên ku ji ber erdhejê ziyan dîtine re, karesateke mirovî çêbibe.

Alya Mihemed îşaret pê kir ku wan gelek caran bang li rêxistinên mirovî kirine da ku karesateke mirovî li dijî bi hezaran şêniyên li Şehbayê çênebe, lê tu bersiv nedane û alîkarî pêşkêşî herêmê nekirine.

Alya Mihemed bal kişand ku Rêveberiya Xweser û Heyva Sor a Kurd hewl didin alîkariyan pêşkêş bikin lê hemû rê girtî ne.

Li gorî Desteya Tenduristiyê, li noqteyên tenduristiyê û Nexweşxaneya Avrîn ku ya sereke ye li herêmê, piraniya cureyên dermanan nemane. Di nav de dermanên nexweşiyên giran, dermanên emeliyetan û odeya çavdêriyê, pêdiviyên din ên tenduristiyê û dermanên dezenfektekirinê.

(bb)

ANHA