Banga tevlêbûna meşên dijî komploya 15`ê Sibatê: Kes di malan de nemîne!

Di salvegera 24`an a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan de wê li seranserê navçe û bajarên herêma Cizîrê meşên girseyî werin lidarxistin. Ji Însiyatîfa Gel a ku çalakiyan organîze dike, banga 'pêwîst e tu kes di malan de nemîne' hat kirin.

Banga tevlêbûna meşên dijî komploya 15`ê Sibatê: Kes di malan de nemîne!
13 sibat, 2023   02:14
QAMİŞLO

Meş wê ji aliyê Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve bi dirûşmeya “Em ê bi têkoşîna gelan pergala Îmraliyê hilweşînin! Bijî Serok Apo” werin organîzekirin.

Endama Însiyatîfa Gel Perwîn Yûsif têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku ji bo şermezarkirina kopmploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, wê li herêma Cizîrê meşên girseyî mezin werin lidarxistin.

Perwîn da zanîn ku meş wê di 15` Sibatê de li bajarên Qamişlo û Hesekê û navçeyên Dêrik, Dirbêsiyê, Girkê Legê û Çilaxa bên lidarxistin.

Perwîn banga tevlêbûna meşên dijî komployê li gelên herêmê kir û got: “Divê tevahî pêkhateyên herêmê, partî û rêxistin dakevin qadan, tevlî meşên 15`ê Sibatê bibin. Em komploya 15`ê Sibatê lanet bikin û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan helwestên xwe bikin ye.”

Perwîn anî ziman ku pêwîst e ji gelên herêma Cizîrê tu kes di malên xwe de nemîne û her kes li hember tecrîdê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan dengê xwe bilind bike.

(he,zş)

ANHA