ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 13-2-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 13-2-2023
12 sibat, 2023   23:00

Hemleya alîkariyan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan kombûneke ciwanan bi dirûşma “Hûn nikarin Roja me tarî bikin” li hila Bajarê Ciwanan li dar dixe saet di 09:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan meşeke dirêj li dar dixin ku ji depoyên Rûvî yên başûrê Kobanê dest pê dike û heta 3 rojan berdewam dike saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Til Birakê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî xwepêşandanê li dar dixin saet di 11:00`an de û Partiya Sûriya Pêşerojê li Reqayê panelek li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di salvegera 24`an a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan de wê li seranserê navçe û bajarên herêma Cizîrê meşên girseyî werin lidarxistin. Ji Însiyatîfa Gel a ku çalakiyan organîze dike, banga 'pêwîst e tu kes di malan de nemîne' hat kirin.

Zarokek ji navçeya Tirbespiyê bi xercqê xwe tev li hemleya alîkariyan bû û bang li şêniyan kir ku alîkariyê li gorî derfetên xwe pêşkêş bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Welatiyê bi navê Mihemed Ebid El Xelîf ê ji navçeya Şedadê ji bo mexdûrên erdhejê li Sûriyê bi erdê xwe tev li hemleya “Bi hev re ji bo mirovahiyê” bû. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Efrîn û Şehbayê Alya Mihemed hişyarî da ku di demeke nêzîk de wê derman û pêwîstiyên tenduristiyê li Şehbayê biqedin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dermanfroşekî navçeya Fafîn a kantona Şehbayê got dermanxaneya wî ji aliyê hikumeta Şamê ve ruxsetkirî ye lê dîsa jî nahêle dermanan ji Helebê bînin kantona Şehbayê bi hiceta ku li derveyî kontrola wê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ekrmen Hiso destnîşan kir ku geşedanên li herêmê û bandorên wê, dê rê bidin ku projeya Rêveberiya Xweser rewa bê dîtin, nexasim piştî ku Konseya Ewlehiyê ya NY`ê li şûna biryara /2254/, biryara hejmar /2268/ esas girt. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

Li cîhanê herî zêde li Tirkiyê erdhej rû didin. Dîroka Tirkiyê bi erdhejî dagirtî ye. Ji ber ku li navîna pergala El Alp-Hemalaya ye. Ji ber ku tevgera Alpine Orogeny encama tevgera zextê ya di navbera Ewropa û Afîrkayê de ye. Dema ku ev tevger encama lihevketina plakaya (Hindû-Asya) ye, hêzên erdhejê êdî di belavkirinê de li herêma El Alp-Hemalaya de birêk û pêk belav nabe.(BI WÊNE)

DOSYA

Dewleta Tirk piştî dilîgirtina Rêber Abdullah Ocalan wisa difikirî ku tiştek bi navê doza Kurd nemaye, Tevgera Azadiya Kurdistanê jî wê tune bibe. Lê Kurdan û dostên wan bi çalakiyên fedaî li dora Îmraliyê xwe kirin xelek û gotin “Hun Nikarin Roja Me Tarî Bikin.”(BI WENE)

ANHA