Pêşangeha wêneyên Rêber Apo bi destên zarokan

Komîteya Şilêr a Zarokan bi dirûşma “Hûn nikarin Roja me tarî bikin” pêşangeha wêneyên Rêber Abdullah Ocalan li dar xist.

Pêşangeha wêneyên Rêber Apo bi destên zarokan
12 sibat, 2023   18:40
QAMIŞLO

Komîteya Şilêr a Zarokan bi dirûşma “Hûn nikarin roja me tarî bikin” bi nêzîkbûna Komploya Navneteweyî pêşangeha wêneyên Rêber Abdullah Ocalan li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo li dar xist.

 Di pêşengehê de bi dehan endamên saziyên civakî, endamên Kongra Star, Rêveberiya Xweser, Kevana Zêrîn û  Desteya  Perwerdeyê hazir bûn.

 Zarokên ku weneyên Rêber Abdullah Ocalan xêz kirine, gotin ew dixwazin bi van wêneyan peyamên xwe ji rêberê xwe re bişînin.

Zarokan ji ajansa me re hestên xwe anîn ziman. Zaroka bi navê Sozê Elî got: “Min bêriya Rêber Apo kiriye û bê Rêber Apo jiyan nabe.”

Zarokê bi navê Gulnaz Elî wiha axivî: “Min wêneya Rêber Apo xêz kir ji bo ku bi rêya wê silavê xwe jê re rê bikim.”

Zarokê bi navê Mihemed Elî, jî hestên xwe wiha rave kirin: “Ez dixwazim Rêber Apo ji zindanê derkeve, ji bo em bikarin rojên xweş bi hev du re bijîn.”

Roza Omer jî got: “Ji xêzkirina wêneyên Rêber Apo em dixwazin mîna zarokên din bi rêberê xwe re bijîn.”

Bi xelatkirina 40 zarokên ku bi destê xwe wêneyên Rêber Abdullah Ocalan xêz kiribûn pêşangeh  bi dawî bû. 

 (he/zş)

ANHA