​​​​​​​Di êrişa li rojavayê Kobanê de şervanekî QSD`ê şehîd bû

Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de li rojavayê bajarê Kobanê şervanek şehîd bûye.

​​​​​​​Di êrişa li rojavayê Kobanê de şervanekî QSD`ê şehîd bû
12 sibat, 2023   19:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek weşand û şehadeta şervanekî xwe di êrişa li dijî rojavayê Kobanê de ragihand.

QSD`ê di daxuyaniyê de got: “Dema ciha tîmên xilaskirinê û alîkariyan ji mexdûrên erdhejê re dişîne û hewl dide wan ji bin kavilan xilas bike, dewleta Tirk a dagirker hedefgirtina herêmê bi hemû cureyan didomîne.

Îro piştî nîvro, dema şervanekî me serdana malbatekê nêzî cihê xwe dikir li rojavayê Kobanê, erebeya wî ji aliyê balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker hate hedefgirtin û di encamê de şehîd bû.”

(şx)

ANHA