​​​​​​​Bi dîmen şikandina hewldana derbaskirina heşîşê ji bo herêmê

Hêzên Ewlekariya Hundirîn hewldana derbaskirina miqdarên mezin ên heşîşê bo herêmê şikand.

​​​​​​​Bi dîmen şikandina hewldana derbaskirina heşîşê ji bo herêmê
12 sibat, 2023   17:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser malpera xwe dîmenê şikandina hewldana derbaskirina miqdarên mezin ên heşîşê bo herêmê parve kir.

Di dîmenê de miqdara ku di turikan de di nava tankerên sotemeniyê de hatine veşartin, desteserkirina heşîşê û girtina ajokar tevî kesê pê re xuya dibin.

(şx)

ANHA