​​​​​​​Dixwest biçe malbata xwe ji bin kavilan xilas bike lê leşkerên Tirk heta mirinê lê da

Leşkerên Tirk li ser sînor li ciwanekî sûrî heta mirinê dan û kuştin, dema hewl dida derbasî Tirkiyê bibe ji bo ku malbata xwe ji bin kavilan derxe.

​​​​​​​Dixwest biçe malbata xwe ji bin kavilan xilas bike lê leşkerên Tirk heta mirinê lê da
12 sibat, 2023   14:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Leşkerên Tirk li ser sînorên nêzî gundê Dêr Siwan ê navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî, li ciwanekî sûrî heta mirinê da dema hewl dida derbasî Tirkiyê bibe ji bo ku malbata xwe ya di encama erdhejê de di bin kavilan de ne, xilas bike. 

Ji dîmenê ku li ser malperên sosyal medya belav bûye û bi dest neketiye ku jê piştrast bibin, xuya dibe ku 8 leşkerên Tirk bi boriyên hesin û lingên xwe li ciwanê bi navê Îsmalî Hemdî El Ebdulllah El Icêlî didin.

Tê bibîrxistin ku sûcên leşkerên Tirk li ser sînor li dijî sivîlan di çend salên dawîn de bi awayekî mezin zêde bûye. Heta niha gelek bûyerên kuştin û destavêtinê li ser sînorên Sûriyê û Tirkiyê pêk hatine lê hîna jî rêxistinên hiqûqî bêdeng in.

(şx)

ANHA