​​​​​​​Firqeya 4`an jiyana şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye dixin xetereyê

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye got Firqeya 4`an a hikumeta Şamê li pêşiya xilaskirina şêniyan astengiyan derdixe ku nahêle alîkarî derbasî her du taxan bibin û wesayîtan naşîne ji bo ku avahiyên bi hilweşînê re rû bi rû ne, hilweşîne.

​​​​​​​Firqeya 4`an jiyana şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye dixin xetereyê
12 sibat, 2023   14:15
HELEB

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye der barê mijarê de bi beşdariya endamên rêveberiyên meclisan û Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye, li pêşiya konê li Goristana Şehîdan a taxa Şiqeyif a Helebê vedaye daxuyaniyek da.

Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye Welat Memo û Hêvîn Silêman daxuyanî xwend.

 Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em sersaxî didin xizmên qurbaniyên erdhejê û şifayê ji birîndaran re dixwazin. Di salên aloziyê de her du tax bi awayekî hovane hatin topbarankirin ku hema bêje zirar gihaşt piraniya avahiyan. Bi erdhejê re, bingeha van avahiyan her ku çûn zaîf bûn û bi hilweşînê re rû bi rû mane.”

Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Meclisa Giştî ji bo kesên bê war mane, kon vedan, hol, mizgeft û dibistan amade kirin û alîkarî li wan belav kirin.

Di daxuyaniyê de dorpêça ji aliyê Firqeya 4`an ve li ser her du taxan hat şermezarkirin û hat gotin: “Alîkarî li deriyên Helebê ne, lê Firqeya 4`an nahêle ku ew derbasî bajêr û her du taxan bibin. Tevî ku pêwîstiya bajêr bi van alîkariyan heye.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dorpêç aloziya heyî li her du taxan girantir dike, pêwîstî bi wesayîtan heye da ku avahiyên bi hilweşînê re rû bi rû mane, hilweşînin û jiyana şêniyan xilas bikin.

(şx)

ANHA