​​​​​​​Li Reqa û Dêrazorê der barê Komploya Navneteweyî de panel li dar ketin

Şêniyên Reqa û Dêrazorê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kirin ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêwîstî bi mezinkirina têkoşînê heye.

12 sibat, 2023   15:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi nêzîkbûna salvegera 24`an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan re, li bajarê Reqa û Dêrazorê bi tevlêbûna bi dehan şêniyan û nûnerên saziyên sivîl panel hatin lidarxistin.

REQA

Akademiya Komîteya Tenduristiyê ya Reqayê bi dirûşma “Azadiya fîzîkî ji bo Rêber Abdullah Ocalan em tecrîda li Îmraliyê şermezar dikin” panelek li li dar xist.

Di panelê de ku endamên Komîteya Tenduristiyê û karmendên qada tenduristiyê yên Reqayê û endamên saziyên sivîl ên Reqayê beşdarî wê bûn, rêbaza pêkanîna komployê hat nîşqakirin û banga bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat kirin.

Her wiha cîgirê Hevserokatiya Akademiya Tenduristiyê ya Reqayê Mihemed Reşad, endamê Nivîsgeha Leşkerî ya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mistefa Balî panel bi rêve birin. Her duyan destnîşan kir ku sedema sereke ya dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan, têkbirina xebatên aştiyê, tunekirina fikrê demokratîk li herêmê û Rojhilata Navîn û tunekirina felsefeya şerê gel ê şoreşgerî ye.

Li aliyekî din, rêxistinên civaka sivîl ên Reqayê bi dirûşma “Hilweşe Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan panelek li dar xist. Di panelê de bang li bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat kirin.

Panle li hola Seyrangeha Mişwar a başûrê Reqayê bi beşdariya endamên partiyan, rêxistinên civaka sivîl û bi dehan şêniyên Reqayê li dar ket.

Di panelê de, endamê Partiya Sûriya Pêşerojê Qehraman Hesen axivî û behsa kurtejiyana Rêber Abdullah Ocalan ji dayîkbûnê heta niha, hêviyên wî ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn kir.

Di dawiya panelê de bi navê rêxistinên civaka sivîl hevserokê Yekitiya Mamosteyan Îbrahîm El Hemûd daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de  Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û hate gotin, komplo ne tenê li dijî gelê Kurd e lê belê li dijî hemî gelên azadîxwaz û aştîxwaz ên Rojhilata Navîn e.

Di dawiyê de bang li rêxistinên hiqûqî û gelên azadîxwaz ên cîhanê hat kirin ku hevgirtî bin û heta bidawîkirina tecrîdê têkoşînê mezin bikin.

DÊRAZOR

Li Dêrazorê jî Komîteya Jinan bi dirûşma “Bi şoreşa jina azad em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin” panelek li dar xist.

Panel li hola Meclisa Sivîl a Herêma 7 Kîlo ya Dêrazorê bi beşdariya nûnerên komîteyên jinan ên meclisên herêmî, sivîl û komîteyên Meclisa Sivîl a Dêrazorê li dar ket,

Di panelê de endama Rêveberiya Nivsîgeha Kombûna Jinan a Zenbûya ya Dêrazorê Şehrezad El Casim axivî û behsa kurtejiyana Rêber Abdullah Ocalan kir.

Piştî wê, bi navê Meclisa Rêveber hevseroka meclisê Fatme Merwan axivî û got: “Rêber Abdullah Ocalan ji kesên yekemîn e ku ji bo azadiya jinan li Rojhilata Navîn bi dirûşma Jin, jiyan, azadî tê koşiya. Li ser vê esasê divê jin bi giştî komplo têk bibin û li hember zordestê faşîst ê dixwaze vîna jinan têk bibe, li ber xwe bidin.”

Her wiha berdevka jinan a Meclisa Sûriya Pêşerojê Mune El Hemadî axivî û got: “Komploya Navneteweyî ne tenê li dijî gelê Kurd e lê belê li dijî hemû gelan e ku dawa mafên xwe dikin. Ji ber wê divê gel 15`ê Sibatê bikin roja têkoşînê û mezinkirina berxwedanê ji bo ku serkeftinê pêk bînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.” 

Di dawiya çalakiyan de, sînevizyonek têkildarî Komploya Navneteweyî li dijî Rêber Abdullah Ocalan hate pêşandan.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rO-4hXfT0Bg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LHuFDTk0Yjg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>