​​​​​​​Ciwanan nerazîbûn nîşanî astengiyên dewleta Tirk ên li pêşiya derbaskirina alîkariyan da

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên herêma Tebqayê ragihandin ku ew amade ne tev li kampanyayên alîkariyê yên ji bo mexdûrên erdhejê bibin. Ciwanan diyar kir ku siyasetên AKPʹê sedema sereke ya erdhejê ye.

​​​​​​​Ciwanan nerazîbûn nîşanî astengiyên dewleta Tirk ên li pêşiya derbaskirina alîkariyan da
12 sibat, 2023   13:03
TEBQA

Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan li pêşiya avahiya Yekitiya Werzîşê ya bajarê Tebqayê kom bûn. Ciwanan nerazîbûn nîşanî astengiyên ku dewleta Tirk a dagirker li pêşiya derbasbûna alîkariyên Rêveberiya Xweser ên ji bo herêmên bakurê Sûriyeyê derdixe da.

Hevserokê Yekitiya Werzîşê ya Tebqayê Mehmûd El Yetemîn daxuyanî xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin ku siyasetên AKPʹê yek ji sedemên sereke yên erdjehê ne û hate gotin: "Ruxmî hişyariyên zanyar û geologistan, hikumeta AKPʹê derdora 650 milyar mître kab av li pişt bendavên ku li ser çemên Firat û Dicleyê ava kirine, depo dike."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Me asta mezin a wêraniya erdhejê, hejmara mezin a şehîd, birîndar û kesên bi binê kavilan de dît. AKPʹê siyasetên keysbazî û cudekariyê derdixe, alîkariyên mirovî yên navneteweyî yên ji bo herêmên Sûriyeyê li gel xwe dihêle. Ev alîkarî dikarin giyanê bi sedan sivîlan rizgar bike. Her wiha hikumeta AKPʹê tevahî deriyên sînor ên bi Sûriyeyê re girtiye û nahêle alîkariyên ku Rêveberiya Xweser ji bo herêmên bakurê Sûriyeyê amade kiriye, derbas bibin. Em van nêzîkatiyên dewleta Tirk a dagirker şeremzar dikin."

Ciwanan diyar kirin ku ew amade ne desteka madî û manewî pêşkêş bikin û got: "Projeya biratiya gelan û jiyana hevbeş Rêveberiya Xweser tenê eleqedar nake. Lê tevahî sûrî û gelên bindest eleqedar dike. Jiyana hevbeş ji siyasetên we mezintir in."

ANHA