Hejmara malbatên gihaştine Şehbayê bû 3 hezar

500 malbatên din ên mexdûrên erdhejê ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê gihaştin kantona Şehbayê. Bi vê yekê heta niha 3 hezar malbatên mexdûr li Şehbayê bi cih bûne.

Hejmara malbatên gihaştine Şehbayê bû 3 hezar
12 sibat, 2023   12:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi hatina 500 malbatên din re, ji 6`ê Sibatê de û heta niha 3 hezar malbatan (15 hezar kes) berê xwe daye Şehbayê. Dibe ku hejmar zêdetir bibe.

(cx)

ANHA