Rêveberiya Xweser tevahî deriyan li pêş alîkariyan vedike

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku tevahî deriyan li pêşiya alîkariyên mirovî yên ji bo herêmên Sûriyeyê yên wêrankirî vedike.

Rêveberiya Xweser tevahî deriyan li pêş alîkariyan vedike
12 sibat, 2023   12:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi biryarekê ragihand ku tevahî deriyên li herêmên rêveberiyê li pêşiya alîkariyên mirovî vedike.

Di biryarê de wiha tê gotin:

"Ji bo Rêveberiya Giştî ya Deriyan/ Deriyê Um Cilûd-Tayihe:

Di civîna Desteya Giştî ya Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku 8ʹê Sibata 2023ʹyan hatibû lidarxistin de, li ser vekirina tevahî deriyên Rêveberiya Xweser li pêşiya karwanên alîkariyên mirovî yên ji derveyî herêmên Rêveberiya Xweser yên ji bo tevahî herêmên Sûriyeyê yên wêrankirî û li pêşiya insyatîfên xwecihî û civaka sivîl ên ji herêmên Rêvebereiya Xweser lihevkirineke çêbû. Her wiha lihevkirin çêbû ku tevahî destek were pêşkêşkirin heta ku alîkarî ji deriyên Rêveberiya Xweser derkevin."

(bb)