Rêveberiya Xweser: Tu şert an daxwazên me ji bo derbaskirina alîkariyan tune ne

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Emîne Osê got, “Em sûriyeyî ne, alîkariyên me ji bo sûriyeyiyan in. tu şert an daxwazên me ji bo derbaskirina alîkariyan tune ne.”

Rêveberiya Xweser: Tu şert an daxwazên me ji bo derbaskirina alîkariyan tune ne
12 sibat, 2023   12:18
 NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Osê ji malpera Rêveberiya Xweser re axivî.

Emîne Osê got: “Wek Rêveberiya Xweser em sûriyeyî ne, alîkariyên me ji bo sûriyeyiyan in. Ji lew re, tu şert an daxwazên me ji bo derbaskirina alîkariyan tune ne. Lê hikumeta Şamê û herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û hikumeta Herêma Kurdistanê vê karesatê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bi kar tînin.”

Emîne Osê anî ziman ku eger tiştekî bi vî rengî hebûya, wan karwanên alîkariyan nedişandin dergehan û wiha dom kir: “Em asta felaketa ku bi ser gelê me yê Sûriyeyê de hatî dizanin. Erkek mirovî û nîştimanî ye em alîkariyan pêşkêş bikin. Em amade ne alîkariyan bêyî şert radestî aliyên têkildar ên li herêmên erdhejan bikin.”

Emîne diyar kir ku divê zext li van aliyan were kirin da ku berjewendiyên xwe deynin aliyekî û ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê hewldanên xwe bikin yek.

Dewleta Tirk a dagirker ji 8`ê Sibatê de nahêle ku alîkariyên mirovî yên Rêveberiya Xweser derbasî herêmên erdhejan bibin.

Di heman demê de, hikumeta Şamê rê nade ku du karwanên alîkariyan ên ji 100 sahîrcên sotmeniyê û madeyên din ên alîkariyan pêk bên, bikevin herêmên erdhejan.

Çavkaniyan ji ajansa me diyar kiribû ku hikumeta Şamê ji bo erêkirina derbaskirina alîkariyan ji herêmên di bin serweriya wê re, şert daniye ku dest deyne ser ji sedî 70 ji wan alîkariyan.

(cx)

ANHA