Hikumeta Şamê belavkarên dermanan binçav kirin û veguhestin Dadgeha Terorê

Li Helebê hejmarek belavkarên dermanan ku derman dibirin kantona Şehbayê, ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve hatin binçavkirin û ji bo Dadgeha Terorê hatin veguhestin. Her wiha deriyên hin depoyên dermanan hatin mohrkirin.

Hikumeta Şamê belavkarên dermanan binçav kirin û veguhestin Dadgeha Terorê
12 sibat, 2023   11:56
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ji çavkaniyekî taybet hatine wergirtin, hêzên hikumeta Şamê hejmarek belavkarên dermanan ku derman dibirin kantona Şehbayê ya dorpêçkirî, bi tawanbariya piştgiriya herêmên Rêveberiya Xweser, binçav kirin û hejmarek depoyên dermanan ên li Helebê girtin.

Ji kesên ji aliyê hêzên hikumeta Şamê û saziyên wê yên îstixbaratê ve hatine binçavkirin, (M.A), (S.C) û (B.Q) hatin naskirin.

Hikumeta Şamê ji Tebaxa borî ve dorpêçek giran daniye ser kantona Şehbayê û rê nade ku derman û pêdiviyên tenduristiyê, sotmenî û madeyên xwarinê bikevin herêmê.

Desteya Tenduristiyê ya kantona Efrîn û Şehbayê gelek caran hişyarî dabû ku eger hikumeta Şamê derbasnekirina derman û alîkariyan ji bo herêmê dewam bike, wê karesatek mirovî rû bide.

(cx)

ANHA