Eger hikumeta Şamê dorpêçê bidomîne wê xelkê Şehbayê derkeve xwepêşandanê

Eger dorpêça hikumeta Şamê berdewam bike, wê sibe koçberên Efrînê û şêniyên kantona Şehbayê û gundên Şera û Şêrawa yên Efrînê xwepêşandanê bikin.

Eger hikumeta Şamê dorpêçê bidomîne wê xelkê Şehbayê derkeve xwepêşandanê
12 sibat, 2023   11:34
 ŞEHBA

Çavkaniyekî nêzî Rêveberiya Kantona Şehbayê ji ajansa me re diyar kir ku şêniyên kantonê û koçberên Efrînê ji dorpêça hikumeta Şamê ya li ser wan pir tengav bûne, nexasim bi hatina malbatên mexdûrên erdhejê ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re.

Heman çavkanî da zanîn ku eger dorpêça hikumeta Şamê û derbasnekirina madeyên sereke wekî sotemeniyê, derman û madeyên xwarinê ji kantonê berdewam bike, wê şênî sibe xwepêşandanê bikin.

(cx)

ANHA