Li Qamişlo 6 belavkarên madeyên hişbirê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn şebeyeke ku madeyên hişbirê belav dikir, girt.

Li Qamişlo 6 belavkarên madeyên hişbirê hatin girtin
12 sibat, 2023   09:59
NAVENDA NÛÇEAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:

ʹʹHêzên li dijî madeyên hişber li bajarê Qamişlo şebekeyeke ku hişbiran belav dike girtin.

Di çarçoveya şopandina dosyayên belavkirina madeyên hişber de, endamên me yên dijî madeyên hişber, piştî komkirina delîl û belgeyan, gihîştin şeş kesên ku di warê belavkirina madeyên hişbir de li bajarê Qamişlo kar dikin. Piştî îsbatkirina tevlêbûna wan di vî karî de, bi Dozgeriya Giştî re koordînasyon hate kirin û bi kordînesyona li gel hêzên operasyonê re bi ser cihê wan de çûn û ew girtin. Di serdegirtinê de ev çek û tiştên jêrîn hatin desteserkirin; pençiyek heşîş bi giraniya 169 gram, 308 hebên kaptagon, 2 hebên tramadol û pelikên çixareyê.

Kesên sûcdar di lêpirsînê de li xwe mikur hatin ku hişbiran belav dikin, di dema serdegirtinê de jî li hemberî dewriyeyê li ber xwe dan û ji bo birevin narincok kişandinbûn.

Sûcdar li gel tiştên ku hatine desteserkirin, ji bo der barê wan de tedbîrên qanûnî bên girtin dê ji Dozgeriya Giştî re bên şandin.ʹʹ