Gerîla di pozîsyona parastinê de ye, lê dewleta Tirk êrişan didomîne

HPG’ê ragihand ku tevî ku hêzên gerîla biryar dan ku çalakiyan rawestînin jî artêşa Tirk a dagirker ji bejahî û hewayî ve bênavber êrişan dike.

Gerîla di pozîsyona parastinê de ye, lê dewleta Tirk êrişan didomîne
12 sibat, 2023   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Hêzên me yên gerîla di pozîsyona parastinê de ne û banga tevgera me di pratîkê de bi cih tînin. Lê belê tevî vê yekê jî êrîşên artêşa Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.

Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker wiha ne:

Li herêma Zapê;

11'ê Sibatê saet di 21:00 de li nehiya Şêladizê ya Amediyê, çeperên me yên berxwedanê yên li dora qada Çemçoyê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin. Hêzên me ji bo xwe biparêzin bi çekên giran bersiv dan van êrîşan. Di encama helwesta parastinê ya hêzên me de helîkopter neçar man ji qadê biçin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

11'ê Sibatê li nehiya Şêladizê ya Amediyê, çeperên berxwedanê yên li derdora qada Çemçoyê 27 caran bi obus û çekên giran hatin bombekirin."