Bîlançoya erdhejê li Sûriyeyê: Nêzî 9 hezar qurbanî û birîndar

Hejmara qurbaniyên erdheja li Sûriyeyê bû 3 hezar û 581 kes, hejmara birîndaran jî derket zêdetirî 5 hezar û 348`an. Hê jî gelek kes di bin xirabeyan de ne û dibe ku bîlanço girantir bibe.

Bîlançoya erdhejê li Sûriyeyê: Nêzî 9 hezar qurbanî û birîndar
12 sibat, 2023   10:23
 NAVENDA NÛÇEYAN

Berbanga duşemê (6`ê Sibatê) bi pileya 7.7 li Bakurê Kurdistanê-Tirkiyeyê û Sûriyeyê erdhej çêbû. Erdhej li bakur û rojhilatê Lubnanê û hin herêmên din jî hat hîskirin û li dû xwe bi hezaran qurbanî û wêraniyek mezin hişt.

HERÊMÊN DAGIRKIRÎ

Li gorî agahiyên ji herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, di erdhejê de heta niha zêdetirî 2 hezar û 167 kesan jiyana xwe ji dest daye, zêdetirî 2 hezar û 950 kes jî birîndar bûne. Bi sedan malbat hîna di bin enqazan de ne û dibe ku hejmara qurbaniyan zêdetir bibe.

HERÊMÊN HIKUMETA ŞAMÊ

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê ragihand ku heta niha li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de, hezar û 408 kesan jiyana xwe ji dest daye, 2 hezar û 341 kes jî birîndar bûne.

HERÊMÊN RÊVEBERIYA XWESER

Li gorî Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di erdhejê de 6 kesan jiyana xwe ji dest da, 57 kes jî birîndar bûn.

BANGA YEKITIYA EWROPAYÊ

Li gorî tora Erebiyê, nûnerê Yekitiya Ewropayê yê Sûriyeyê Dan Stoinescu bang li hikumeta Şamê kir ku dosyaya alîkariyên mirovî polîtîze nekin.

Di heman demê de hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker rê nadin ku alîkariyên Rêveberiya Xweser amade kirine, bigihêjin herêmên erdhejan.

(cx)