​​​​​​​Panorama hefteyê: Erdheja li Sûriye û Tirkiyeyê dandeyên siyasî guhertin

Rojnamevanê lubnanî Xêrallah Xêrallah got, ʹʹerdheja li başûrê Tirkiyeyê û bakurê Sûriyeyê çêbûye, daneyên siyasî li her du herêman guherandin. Erdhejê hişt ku Erdogan hîs bike bê çiqasî Tirkiye hewcedarê cîhanê. Her wiha hişt ku Beşar El Esed nefeseke bikişîne, lê wê dirêj nekeʹʹ. Di navbera aliyên Îranê de nîşaneyên parçebûnê xuya dibin. li aliyekî din civîna Parîsê ya der barê Lubnanê de armancên xwe pêk neanîn.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Erdheja li Sûriye û Tirkiyeyê dandeyên siyasî guhertin
12 sibat, 2023   04:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Erdheja li Sûriyeyê û Tirkiyeyê, rewşa Iraqê û aloziya Lubnanê mijarên rojnameyên erebî yên hefteya borî bûn.

‘PIŞTÎ ERDHEJÊ ERDOGAN Û REJÎMA SÛRIYEYÊ’

Der barê rewşa Sûriyeyê de, rojnamevanê lubnanî Xêrallah Xêrallah ji rojnameya El Ereb re wiha nivîsî: “Erdheja li başûrê Tirkiyeyê û bakurê Sûriyeyê çêbûye, daneyên siyasî li her du herêman guherandin. Bi taybet di aliyê temamkirina herêma tampon de ku Tirkiyeyê xwest bi kûrahiya 30-35 km li hundirê axa Sûriyeyê ava bike.

Tirkiye ku di Gulanê de dê hilbijartin lê werin lidarxistin, bi xebatên ji nû ve avakirina 10 herêmên erdhejan mijûl e, ku li wan wîlayetên Tirkiyeyê binesazî wêran bûye. Vegerandina wan wekî berê, bi dehan milyar dolaran dixwaze.

Di erdhejê de xuya bû ku li Tirkiyeyê ku berê aloziya aborî lê hebû, ne bi wê mezinahiya ku serokkomar Erdogan behsê dike û divê ji xeyalên xwe yên lîstina rola hegemonîk li herêmê û heta Lîbyayê, tawîzê bide. Ji wê zêdetir, divê Erdogan planên xwe yên 2023`yan û rola Tirkiyeyê ya herêmî ji nû ve di ber çavan re derbas bike.

Erdhejê hişt ku Erdogan li şûna ku moşekên S-400 ji Rûsyayê bikire, pêwîstiya Tirkiyeyê bi cîhanê, nexasim bi DYA û Ewropayê, ferq bike. Bi taybet heke bixwaze li herêmê û derveyî wê xwedî giranî be.

Di heman demê de, serokê rejîma Sûriyeyê Beşar El Esed di mijara lihevhatina bi Erdogan re û qebûlkirina hin şertan û lihevkirinek nû ku kopiya Lihevkirina Endeneyê (1998) ye, dikare bêhna xwe vede. Li gorî wê peymanê, rejîma Sûriyeyê serokê PKK`ê Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê kir û destpêka ketina hêzên Tirkiyeyê ji axa Sûriyeyê dema ku pêwîstî hebe. Ji wê jî zêdetir, rejîma Sûriyeyê bi fermî dev ji daxwaza Lîwa Îskenderonê berda.

Her çi qas agahiyên li ser peywendiyên telefonê yên serokê herêmê û cîhanê bi El Esed re bên belavkirin jî, lê dê bêhnvedana Beşar El Esed dirêj neke.

Girîngîdayîna welatên cîhanê û dewletên Ereban ji bo Sûriyeyê dê zêdetir bibe. Lê ev girîngîdayîn dê di aliyê mirovî de be, ne di aliyê amadekirina rejîma Sûriyeyê de. Rejîma Sûriyeyê bi forma xwe ya heyî tenê pêveka “Komara Îslamê” ye, nexasim piştî ku Vladimîr Pûtîn ket nav çala Ukraynayê û ji bo dewamkirina şerê xwe li dijî Ukraynayê neçar ma xwe biavêje hembêza Îranê.

Bê guman, erdheja li başûrê Tirkiyeyê û bakurê Sûriyeyê çêbûye karesateke mirovî ya mezin bû. Lê belê cîhan dê vegere pirsgirêkên xwe yên din.

Dê erdhej pirsekê têkildarî rewşa Tirkiyeyê û giraniya wê li herêmê û cîhanê derxe pêş. Erdhejê xewnên Recep Tayyîp Erdogan têk birin, Erdogan texmîn dikir ku 2023 dê bibe destpêkek nû ya rolek xurttir a Tirkiyeyê.

Dê li ser du tiştan bê sekinandin; ya yekê serkeftina serokkomarê Tirkiyeyê yê niha di hilbijartinên Gulanê de. Ya din, hêza Erdogan a dan û standina bi rewşê re dûrî xeyalan. Bo nimûne, dê Erdogan zêdetir objektîf nêzî Yewnanistanê bibe."

‘NAKOKÎ DI NAVBERA XATEMÎ Û MOWSUWÎ DE TÊKILDARÎ REFORMKIRINA PERGALÊ’

Girêdayî rojeva Îranê rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivisî: “Duh nîşaneyên parçebûnê di navbera serokê îranî yê berê Mihemed Xatemî û hevalbendê wî Huseyîn Mûsawî de xuya bûn.

Xatemî di daxuyaniya bi boneya salvegera 44'an a şoreşa îslamî de banga vegerîna li giyanê destûra heyî kir. Her wiha daxuyand ku civak ji hemû aliyan ve aloz e. Lê di heman demê de daxwazên hilweşandina rejîmê red kirin. Xatemî got desthilatdaran li hember pêkanîna guhertinan û derbaskirina şaşiyan tu helwesetek nîşan nedaye. Ji ber ku êdî gel ji rejîma siyasî bê hêvî maye.

Xatemî diyar kir ku razîkirina beşeke biçûk a civakê, şaşiya herî mezin a pergalê ye. Li hember wê jî piraniya civakê hêviyên xwe yên siberojeke baştir ji dest daye.

Her wiha Elî Xamîneyî efûkirina bi hezaran girtiyan erê kir. Ji bo ku girtî sûdê jê bigirin divê poşmaniya xwe nîşan bidin û sozeke nivîskî bidin.”

ʹCIVÎNA PARÎSÊ GOGÊ DIAVÊJE STADA LUBNANÊʹ

Têkildarî rewşa Lubnanê, rojnameya El Beyan wiha nivîsand "Civîna pêncalî ya li Parîsê li gorî pêşbiniyên ku beriya wê dihatin kirin, derneketin. Beşdaran diyar kir ku biryara çareserkirina rewşa Lubnanê di destê Lubnaniyan tenê de ye. Her wiha destnîşan kirin ku dewletên dost amade ne bibin alîkar lê bi şertê ku li ser rêbazekê ji bo lidarxistina hilbijartinên serokatî de di demeke lezgîn de li hev bikin.

Aliyên parlamentoyê eşkere kirin ku atmosfêra civînê erênê bû. Beşdaran gog avêtin stada Lubnanê, her wiha ji bo alîkariyên erebî û navneteweyî di her demê de amadekarî hat nîşandan. Lê  der barê desteka diravî ya ji bo Lubnanê de tu biryar derneketin. Ev mijar li bende wêneye zelal a li ser gavên cidî yên ku Lubnanê biavêjin e da ku baweriya derve qezenc bike û di encamê de destek û alîkariyê pêşkêşî wê bike.

Kilîta van hemûyan lihevkirina li ser hilbijartina serok e. Bi hilbijartina serokkomar re dê hikumet were avakirin ku karibe îslahên ku civata navneteweyî dixwaze pêk bîne."