​​​​​​​Bi rêbaza xwe kalemêrê 60 salî alîkarî da mexdûrên erdhejê

Ji bin konên alîkariyê yên ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê vedane, dîmenê kalemêrekî 60 salî yê ji Qamişlo, rêbazên derbaskirina nakokiyan û zehmetiyan bi rêya hevgirtinê nîşan da.

​​​​​​​Bi rêbaza xwe kalemêrê 60 salî alîkarî da mexdûrên erdhejê
12 sibat, 2023   00:20
QAMIŞLO

Bi rêbaza xwe welatiyê bi navê Mihemed Zahir Xelîl (61) ê ji Qamişlo tev li hemleya “Bi hev re ji bo mirovahiyê” bû ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ji bo berhevkirina alîkariyan ji bo mexdûrên erdhejê ragihandiye.

Xelîl bi çakêta li ser xwe tev li hemleyê bû û got: “Ez nikarim wê fikrê qebûl bikim ku ji ber şert û mercên aborî nikarim bi tiştekî tev li hemleyê bibim. Ji ber wê hatim vir û dixwazim çakêta xwe tev li hemleyê bibim û erkê xwe bînim cih.

Bi van gotinan Xelîl rewşa xwe ji nûçegihanê ajansa me re şîrove kir ku hemleya berhevkirina alîkariyan a li Stadyûma Şehîdên 12`ê Adarê ya Qamişloyê hatiye lidarxistin, dişopand.

Xelîl wiha domand: “Hêvî dikim ku bi çakêta min mexdurek an jî hewcedarek germ bibe.”

Sibeha duşemê anku 6`ê Sibatê bi hêza 7.7 erdhejek li Bakurê Kurdistanê, Tirkiyê, bakur û naverasta Sûriyê rû da. Erdhej bandor li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûiyê û Rojhilata Navîn bi giştî kir û di encamê de bi hezaran bû qurban û wêraniyeke mezin çêbû.

(şx)

ANHA