ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 12-2-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 12-2-2023
11 sibat, 2023   23:00

Hemleya komkirina alîkariyan a ji bo piştgiriya mexdûrên herêmên wêranbûyî ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve didome. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Akademiya Tenduristiyê ya Reqayê bi dirûşma “Komploya Navneteweyî ya li ser rêber Abdullah Ocalan û tecrîda li ser” panelek li dar dixe saet di 10:00`an de. Her wiha rêxistinên civaka sivîl a Reqayê der barê heman mijarê de li hola Seyrangeha Mişwar panelê dide saet di 11:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiya Yekitiya Demokratîk şaxê navçeya Amûdê têkildarî 15`ê Sibatê civînek li navenda xwe ya li navçeyê saet di 10:30`an de li dar dixe. Di heman çarçoveyê de Meclisa Navçeya Tirbespiyê civînek li dar dixe û sînevizyonek têkildarî komployê li hola nivîsgeha partiyê saet di 12:00`an de dide pêşan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Şilêr a Zarokan bi dirûşma “Kes nikare roja me tarî bike” bi nêzîkbûna Komploya Navneteweyî pêşangeha wêneyên Rêber Abdullah Ocalan li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo li dar dixe saet di 11:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Tebqayê têkildarî rewşa mirovî ya Sûriyê û bûyerên dawîn daxuyanî dide saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mirî El Şibilî diyar kir ku alîkariyên navneteweyî negihaştine her du taxan û got hikumeta Şamê derbaskirina alîkariyan asteng dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan got, ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê têkoşînê xurt bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji bin konên alîkariyê yên ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê vedane, dîmenê kalemêrekî 60 salî yê ji Qamişlo, rêbazên derbaskirina nakokiyan û zehmetiyan bi rêya hevgirtinê nîşan da. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

Di salvegera 24'emîn a Komploya Navneteweyî de pêkanînên li ser Rêber Abdullah Ocalan ku di tu rêgezên hiqûqî û exlaqî de cihê xwe nîn e, dewam dikin. Di 678 rojan de 244 serlêdanên parêzeran û 83 daxwazên malbatê yên ji bo hevdîtinê bê bersiv man. Di sala dawîn de 4 caran 'cezayê dîsîplînê' dan û her yekê 3 mehan dewam kir. Bêdengiya saziyên navneteweyî wekî CPT û DMME’yê nîşan dide ku sîstema Îmraliyê bi dewleta Tirk re sînordar nîn e. (BI WÊNE)

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

Rojnamevanê lubnanî Xêrallah Xêrallah got, ʹʹerdheja li başûrê Tirkiyeyê û bakurê Sûriyeyê çêbûye, daneyên siyasî li her du herêman guherandin. Erdhejê hişt ku Erdogan hîs bike bê çiqasî Tirkiye hewcedarê cîhanê. Her wiha hişt ku Beşar El Esed nefeseke bikişîne, lê wê dirêj nekeʹʹ. Di navbera aliyên Îranê de nîşaneyên parçebûnê xuya dibin. li aliyekî din civîna Parîsê ya der barê Lubnanê de armancên xwe pêk neanîn. (BI WÊNE)

ANHA