​​​​​​​Heyva Sor a Kurd banga vekirina korîdorên mirovî û yên ewle kir

Heyva Sor a Kurd bang li hemû aliyên mirovî kir ku destwerdana lezgîn bikin, korîdorên mirovî yên ewle vekin ji bo ku alîkariyên mirovî yên pwêstî bigihînin herêmên ji ber erdhejî wêran bûne.

​​​​​​​Heyva Sor a Kurd banga vekirina korîdorên mirovî û yên ewle kir
11 sibat, 2023   20:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Heyva Sor a Kurd daxuyaniyek da û got bi deh hezaran xelk li derve bê war, xwar, av û di nava sermê de ne. Heke alîkarî negihêjin mexdûran dê karesateke mirovî ji karesata erdhejê nekêmtir rû bide.

Di daxuyanoyê de Heyva Sor a Kurd bang li vekirina korîdorên mirovî kir ji bo ku alîkarî bigihêjin herêmên wêranbûyî li Sûriyê û destnîşan kir ku ew amade ne alîkariya mexdûran bikin lê gelek astengî li pêşiya wan derket ku nehişt xwe bigihînin Efrîn û Cindirêsê. 

Berdewama daxuyaniyê wiha ye:

“Weke tê zanîn, berbanga 6`ê meha Sibata 2023 `yan erdhejek bi pileya 7.7 û 7.6 li Tirkiye û Sûriyê bi taybet herêmên ku Kurd lê dijîn,  rû da û bû sedema karesatek mirovî ya pir giran. Ji bo vê karesatê gelek sazî, yekitî, komele kesayet û derdorên xêrxwaz yên herêmî û nav cihanî ketin nav tevgereke lezgîn ji bo xwe bigihînin cih û warên ku ziyanên mezin ên mirovî lê peyda bûne.

Her çiqas hinek alîkarî gihiştibin hinek cihan jî, hê jî li gelek deran mirov dibin kavil û xirabeyan de li benda rizgarkirinê ne, bi sedhezaran kes bê avahî, av xwarin, kehrebe û di nav sermayê de dijî. Mixabin gelek alî û hêz li hember vê karesatê hesabên siyasi xistine pêşiya bûyerê bê ku bikevin ferqa berpirsyartiya xwe ya mirovî û axlaqî li gelek cihan dibin kelem û astengî li pêşiya gihaştina arikariya mirovî ya van herêman derdixin.

Me ji despêka bûyerê de diyar kir ku li her derekê ku ziyan lê hat dîtin em amade ne bi ekîb û imkanên xwe bi hawara gel ve biçin, lê belê weke ku ji bo xwe gihandina herêma Efrîn, Cindirês û her wekî din astengî hatin derxistin niha jî ji bo gihandina alîkariya mirovî ji bo herêma Heleb Şêxmeqsûd û Şehba astengiyên mezin ji aliyê hikumeta Şamê ve têne derxistin.

Weke hemû cihan dizane avahiyên Helebê piştî şerekî giran êdî ji sedî 90 wê nayên jiyîn û ne ewle ne. Ji ber vê sedemê jî piştî erdhejê ev xeterî gihiştiye astekê ku êdi tu kes nikare di van avahî û xaniyan de bijî .Ev ji bûye sedema ku bi deh hezaran mirov li derve bê avahî, xwarin û av û nava sermê de bijî.  Eger zû xwe gihandinek çênebe wê karesateke mirovî ji ya erdhejê mezintir werê jiyîn.

 Li ser vê esasî em bang li hemû aliyên mirovî ku xwe bi demokrasi û mirovahi nav dikin, destwerdan û mûdaxeleyeke lezgin a herêmî û navneteweyî bikin û hemû korîdorên mirovî ewle bikin ji bo ku hemû arikariyên pêwîst bigihêjin herêmên pêdiviyên wan pê heye.”

(şx)