​​​​​​​ʹ Em ê têkoşînê geş bikin heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsoger bikinʹ

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan got, ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê têkoşînê xurt bikin.

​​​​​​​ʹ Em ê têkoşînê geş bikin heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsoger bikinʹ
12 sibat, 2023   01:50
QAMIŞLO

Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anîn ziman ku Komploya Navneteweyî di kesaeyta Rêber Abdullah Ocalan de têkoşîna wan hedef digire. Ciwanan destnîşan kir ku dê di  hemû qadan; fikrî, dîplomasî, civakî  û qanûnî de têkoşîna ji bo rakirina tecrîdê û mîsogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan geş bikin.

/kr/uploads/files/2023/02/11/183502_-.webp

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê-şaxê navçeya Çilaxa Mîlad Ebdulhemîd Akob anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya girankirina tecrîdê fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji gelê wî dûr bixe.

Mîlad Ebdulhemîd Akob helwesta CPTʹyê ya li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Ocalan rexne kir û got: "Ev rêxistin ji bo dewleta Tirk a dagirker û saziyên wê yên îstîxbaratê kar dike."

Akob her wiha banga berxwedanê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan û belavkirina fikrên wî kir.

/kr/uploads/files/2023/02/11/183258_-.webp

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê –Çilaxa Husam Nayîf El Mubarek jî banga xurtkirina têkoşîna li gorî rêgezên Rêber Abdullah Ocalan û belavkirina ramanê wî li tevahî cîhanê kir.

Husam Nayîf El Mubarek got: "Em ê li derdora ramanê Rêber Ocalan bibin xelekên agir, em ê tecrîdê bişkînin û li hemberî şerê taybe ê ku dewletên kapîtalîst dimeşinin, bisekinin."

/kr/uploads/files/2023/02/11/183236_-.webp

Endama Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Çilaxa Evîn Îsa banga eşkerekirina rewşa tenduristî ya Rêber Ocalan kir û wiha domand: "Rêber Ocalan girîngiyeke daye rola jinan di civakê de. Rola ciwanan a belavkirina ramanê wî roleke pêşeng e. Ji ber vê yekê divê em têkoşînê xurt bikin, fikrên wî di nava ciwanan de belav bikin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî kar bikin."

/kr/uploads/files/2023/02/11/183444_-.webp

Endamê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya navçeya Til Hemîsê Etallah El Sebai bal kişand ser amrancên Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan û diyar kir ku dewletên empiryalîst hewl da di kesayeta Rêber Ocalan de îradeya gelên ku koletî û kapîtalîzmê red dikin, bişkîne.

Etallah El Sebai destnîşan kir ku hemû serekftin û destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berhemên fikrê Rêber Ocalan e û got, ji ber vê yekê dewleta Tirk hemû cureyên îşekceya dirûnî li ser Rêbertî dimeşîne.

/kr/uploads/files/2023/02/11/183515_-.webp

Endama Nivîsgeha Ciwanan a Meclisa Navçeya Til Birak Hîba El Zixîn îşaret bi berxwedana Rêber Ocalan a li hemberî hemû siyasetên qirkirinê kir û got: "Armanca komploya navneteweyî qirkirina gelê Kurd û têkbirina Tevgera Rizgariyê ya Kurdistanê ye. Lê berxwedana Rêbertî û têkoşîna gelên herêmê komplo vala derxist."

(bb)

ANHA