Rêveberiya Minbicê: Negihandina alîkariyan berpirsa aliyên li hember derbaskirina wê disekinin

Rêveberiya Sivîl a Minbic û gundewarê wê destnîşan kir ku alîkariyên mirovî ji wateya xwe ya mirovî veguheriya alîkariyeke siyasî û got: “Em li vir li pêşiya karwanên xwe ne û bang dikin ku wê derbas bikin û bigihînin her kesê hewcedar. Aliyên ku li hember gihandina wê disekinin, berspirsên negihîştina wan ji bo mexduran e.”

Rêveberiya Minbicê: Negihandina alîkariyan berpirsa aliyên li hember derbaskirina wê disekinin
11 sibat, 2023   17:04
 MINBIC

Rêveberiya Sivîl a Minbicê û gundewarê wê li deriyê El Tayihe yê di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên hikumeta Şamê de daxuyaniyek da ku li benda derbaskirina karwanên alîkariyan e yên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo mexdûrên li Helebê amade kirine.

Hevserokê Komîteya Kar û Barên Xebitandinê Eqle El Mensûr daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Rêveberiya Xweser û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade ne desteka pêwîst li gorî hêza xwe ji mexdûrên erdhejê re li her cihê wêranbûyî yê Sûriyê pêşkêş bike.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Rêveberiya Sivîl a Minbicê ji ber siyasetkirina alîkariya mirovî xemgîn e û wiha hate gotin: “Mixabin alîkariyên mirovî ji wateya xwe ya mirovî veguheriya wateyeke siyasî. Ji erkê me ye ku em alîkariya xwişk û birayên xwe yên li herêmên wêranbûyî bikin û desteka madî û manewî ji wan re pêşkêş bikin. Em li vir li pêşiya karwanan bang dikin ku ew derbas bikin û di zûtirîn dem de bigihêjin her kesê hewcedar.”

Di dawiyê de Rêveberiya Sivîl a Minbicê berpirsyariya negihîştina alîkariyan ji bo mexdûran, kir stûyê aliyê li pêşiya derbaskirina wê disekine.

(şx)

ANHA