Hikumeta Şamê û dewleta Tirk nahêlin alîkarî bigihêjin mexdûrên erdhejê

Dema Şam û Enqere banga alîkariyan dikin ji ber erdheja li herêmê rû daye, 2 karwanên alîkariyan ên ku Rêveberiya Xweser amade kirine li benda bersivê ne ji bo ku bişîne bakurê Sûriyê û Helebê.

Hikumeta Şamê û dewleta Tirk nahêlin alîkarî bigihêjin mexdûrên erdhejê
11 sibat, 2023   16:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Sibeha duşemê anku 6`ê Sibatê erdhejek bi hêza 7.7 pile li Bakurê Kurdistanê, Tirkiyê, bakur û naverasta Sûriyê rû da. Erdhej bandor li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û encamên wê bandor li Rojhilata Navîn kir. Di encamê de bi hezaran sivîl bûn qurban û birîndar bûn.

Piştî erdhejê, hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker ragihandin ku pêwîstiya wan bi alîkariyê hene.

Gerînendeyê Difa Medenî (parastina sivîl) a girêdayî hikumeta Şamê general Sefwan Behlûl ji ajanseke girêdayî hikumeta Şamê re wiha axivî: “Kêmbûna sotemeniyê bandor kir ku dereng em bigihêjin qurbaniyan û ji bin kevilan derxin. Ev pirsgirêk karê tîman û wesayîtan asteng kir.”

Hemwextî wê, kawranê ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ji 50 tankerên sotemeniyê pêk tê, li deriyê El Tayihe yê di navbera Minbic û herêmên hikumeta Şamê de ye li benda bersiva hikumetê ye ji bo ku bişînin herêmên wêranbûyî yên hikumeta Şamê. Rêveberiya Xweser îro jî kawanek din jî ku ji 50 tankeran pêk tê, amade kir.

Li gel wê jî, Rêveberiya Xweser kawranekî din ku ji 30 tankerên sotemeniyê pêk tê amade kir û niha li deriyê Um Cilûd ê di navbera Minbic û Cerablusê de li benda bersivê ye ji bo ku bişîne bakurê Sûriyê.

(şx)

ANHA