Heyva Sor a Kurd: Em amade ne biçin hemû herêmên wêranbûyî yên Sûriyê

Heyva Sor a Kurd dema li deriyê El Tayihe karwanê alîkariyan a duyemîn amade dikir ji bo ku derbasî Helebê bike, daxuyaniyek da û destnîşan kir ku ew amade ye biçe hemû herêmên wêranbûyî yên Sûriyê.

Heyva Sor a Kurd: Em amade ne biçin hemû herêmên wêranbûyî yên Sûriyê
11 sibat, 2023   16:13
MINBIC

Endamê rêveber ê Heyva Sor a Kurd Ciwan Hemê daxuyanî xwend û got: “Karwanê yekemîn ji pêdiviyên tenduristiyê pêk dihat, ber bi Helebê ve rêket. Karwanê duyemîn jî ku ji tîmeke tenduristiyê û pêdiviyên tenduristiyê pêk tê ku dê biçe Helebê.”

Hemê ragihand heyv amade ye biçe herêmên wêranbûyî yên Sûriyê û got: “Em amade biçin her derê li Sûriyê ji Cindirêsê bigihere heta bigihêje Selqîn, Harm, Sermeda, Ceble û herêmên din ên wêranbûyî yên Sûriyê.”

Hemê bang li dûrxistina alîkariyên mirovî ji siyasetê û pêşkêşkirina alîkariyê ji gelê Sûriyê re kir.

(şx)

ANHA