​​​​​​​Dewleta Tirk û çeteyên wê gundên Eyn Îsayê topbaran kirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Eyn Îsayê topbaran kirin.

​​​​​​​Dewleta Tirk û çeteyên wê gundên Eyn Îsayê topbaran kirin
11 sibat, 2023   16:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, vê sibê saet di 09:00`an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî gundê Seyda, saet di 13:50`an de, gundê Xalidiye, saet di 15:07`an de gundê Tîbe û rêya navneteweyî bi guleyên sekvan û çekên giran topbaran kirin.

Lê agahiyên der barê encamên topbaranê de nehatin bidestxistin.

(şx)

ANHA