Karwanê duyemîn ê alîkariyên mirovî yê Rêveberiya Xweser gihaşt deriyê El Tayihe

Karwanê din ê alîkariyên mirovî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade kiriye, gihaşt deriyê El Tayihe. Çaverêye ku ew derbasî herêmên wêranbûyî yên Helebê bibin.

Karwanê duyemîn ê alîkariyên mirovî yê Rêveberiya Xweser gihaşt deriyê El Tayihe
11 sibat, 2023   15:46
MINBIC

Nûçegihana me li Minbicê ragihand ku karwanê duyemîn ê alîkariyên mirovî gihaşt deriyê El Tayihe yê di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de.

Karwanê duyemîn ji 50 tankerên sotmeniyê pêk tê. Bi vê karwanê re hejmara tankerên çaverêye derbasî herêmên wêranbûyî yên Helebê bibin, gihaşt 100 tankeran.

Ji duh ve, karwanê yekemîn ê ji 50 tankerên sotemeniyê pêk tê, li deriyê El Tayiheyê rawestiye û li benda derbasbûnê ye.

Tê bibîrixistin ku Rêveberiya Xweser ji 8`ê Sibatê ve, karwanekî alîkariyên mirovî ku ji 30 wesayîtan pêk tê, amade kiriye ji bo ku ji herêmên wêranbûyî yên bakur rojavayê Sûriyê re rêke. Ev karwan heta niha li deriyê Um Cilûd ê di navbera Minbic û Cerablusê de ye lê dewleta Tirk a dagirker nahêle ku ev karwan derbasî herêmê bibe.

(şx)

ANHA