Li Bakur û Tirkiyeyê hejmara miriyan gihaşt 21 hezarî

Di erdheja li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest daye, gihaşt 20 hezar û 937’an. Xebatên derxistina miriyan ji bin enqazan, dewam dikin û metirsî hene hejmara qurbaniyan gelekî zêdetir bibe.

Li Bakur û Tirkiyeyê hejmara miriyan gihaşt 21 hezarî
11 sibat, 2023   12:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk heta niha 20 hezar û 937 kesan di erhejê de jiyana xwe ji dest daye û bi deh hezaran birîndar hene.

Çavkaniyên ji herêma erdhejê diyar dikin ku hîna bi deh hezaran kes di bin kavilan de ne.

Her wiha li gelek cihan gelek kes di bin kavilan de ne lê rayedarên dewleta Tirk li gelek cihan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê diqedînin.

Li herêma erdhejê agahiyên talankirinê û diziyê jî zêde bûne. Rojnamevan û dilxwazên li herêmê diyar dikin ji ber kêmasiya xurekê, gelek kes neçar dimînin dikanan talan bikin lê hin derdor jî vê yekê keysbaz dikin û malan û alîkariyên ji mexdûrên erdhejê re têne şandin, talan dikin.

Her wiha piştî ku serokê partiyeke nîjadperest a Tirkiyeyê (Zafer Partîsî) û hin rayedarên dewleta Tirk penaber û koçberên ji Sûriyeyê yên li herêma erdhejê kirin hedef, li hin deveran koçberên ji sûriyeyê hatin lînçkirin. Li ser dezgehên çapemeniyê û sosyal medyayê jî dijberiya li hember sûriyeyiyan tê gurkirin.