Gendeliya di sektora avahîsaziyê ya Tirkiyeyê de hejmara qurbaniyan zêdetir kir

Li gorî raporeke ajansa Associated Press, gendeliya di sektora avahîsaziyê ya Tirkiyeyê de hejmara qurbaniyên erdheja li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê du qat zêdetir kir.

Gendeliya di sektora avahîsaziyê ya Tirkiyeyê de hejmara qurbaniyan zêdetir kir
11 sibat, 2023   10:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî erdhejê dijwar a li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rû da û bandor li gelek deverên Sûriyeyê jî kir, doza gendeliyê ya di şîrketên avahîsaziyê yên Tirkiyeyê de bû rojev. Rejîma Erdogan tê tawanbarkirin ku destûra avakirinê ya ne li gorî pîvanênên durist daye. Her wiha hate gotin ku di encama van nêzîkatiyan de gelek avahî ji ber erdhejê hilweşiyane.

Li gorî ajansa Associated Press ku agahiyên xwe dispêre pisporan, li Tirkiyeyê qanûnên avahîsaziyê yên nû û rêgezên ewlehiyê hatine paşguhkirin û îstîsmarkirina milkan û xebatên avahîsaziyê li deverên ku pispor û endazyaran hişyariyên têkildarî erdhejê dabûn, hatine teşwîqkirin.

Hikumeta Tirk ji bo avahiyên ku bêyî belgeyên ewlehiyê yên pêwîst hatine çêkirin, dem bi dem biryara efûyê derdixe. Biryara efûyê ya dawîn di sala 2018ʹan de bû. Aliyên pispor hişyarî dan ku eger erdhejeke dijwar rû bide, dibe ev biryarên efûyê bibin sedema felaketan.

Serokê Yekitiya Odeya Endazyar û Plangerên Bajaran a Stenbolê Pelîn Pinar Giritlioglu eşkere kiribû ku wan biryara efûyê ya avakirinê dabûn zêdetirî 75 hezar avahiyên li tevahî herêmên erdhejê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê.

Beriya erdheja dawîn, medyaya Tirk ragihandibû ku pêşnûmeya qanûna nû li benda erêkirina parlamentoyê ye û dê efûyeke nû ji bo xebatên avakirinê bidin.

Li gorî BBC’yê jî pisporê jeolojiyê Prof. Celal Şengor diyar kiribû ku derxistina efûyeke wiha li bajarekî ku qelişîn di erda wî de heye, sûc e.

Muxalefeta li Tirkiyeyê Erdogan tawanbar dike ku rê li ber alîgirên xwe vekiriye da ku dest deynin ser saktora avahîsaziyê û tu çavdêrî û kontrolkirin li ser wan tune ye.

Li aliyekî din hêrsa ji ber derengmayîna gihandina alîkariyê, sistbûna xebatên lêgerînê û kêmbûna alavên rizgarkirin û lêgerînê, zêde dibe.

( bb)