Di serhildana li Rojhilat û Îranê de Komploya Navneteweyî hate şermezarkirin

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê didome. Duh jî li Belûçistan û Sineyê gel daket qadan. Di çalakiyan de Komploya Navneteweyî jî hat şermezarkirin.

Di serhildana li Rojhilat û Îranê de Komploya Navneteweyî hate şermezarkirin
11 sibat, 2023   10:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di roja xwe ya 148’an de didome.

Duh li gundê Nenele yê bajarê Sineyê gelek welatiyan li dijî destgîrkirina 2 melayên bi navên Îbrahîm Kerîmî û Luqman Emînî ku piştgirî dabû xwepêşandanan, çalakî li dar xistin.

Her wiha şeva borî li Sineyê welatiyan li ser ban û şaneşînên xwe bi dirûşman nerazîbûna xwe ya li dijî kiryarên rejima Îranê nîşan da.

Bi nêzîkbûna salvegera Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî rêber Abdullah Ocalan re, çalakiyên li dijî komployê jî tên lidarxistin. Divê çarçoveyê de li hin bajarên Rojhilatê Kurdistanê ciwanan komplo şermezar kir.

Di rojên borî de jî dayikên aştiyê bi çalakiyên cuda Komploya Navneteweyî şermezar kiribû.

LI BELÛÇISTANÊ GEL LI QADAN E

Li bajarê Zahîdan a navenda parêzgeha Belûçistanê jî duh piştî nimêja înê gel daket kolanan û dirûşmên li dijî desthilata Îranê berz kirin. Her wiha di xwepêşandanê de hevxemiya xwe ya bi mexdûrên erdheja li Bakurê Kurdistanê û Suriyeyê re jî nîşan dan.

Li çend bajarên Îranê bi taybetî jî li Tehranê bi nêzîkbûna 45’emîn salvegera şoreşa 1979’an re, welatî derketin ser ban û şaneşînên malên xwe û bi dirûşman dijbertiya xwe ya li dijî rejimê nîşan da.

FEDERASYONA ROJNAMEVANAN BANGA BERDANA ROJNAMEVANÊN GIRTÎ KIR

Di çarçoveya piştevaniya navneteweyî ya ji bo serhildanê de jî, duh Federasyona Navneteweyî ya Rojnamevanan banga demildest berdana tevayî rojnamegerên girtî û astengiyên li ser bikaranîna înternetê li rejîma Îranê kir.

30 ROJNAMEVAN GIRTÎ NE

Li gorî amarên Sendîkaya Pîşeyî ya Rojnamegerên Tehranê, ji dema destpêkirina nerazîbûnan a ji 16’ê Îlona 2022’yan ve zêdetirî 100 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê hatine girtin. Beşek ji wan bi kefalet û pere hatine berdan, zêdetirî 30 rojnameger jî hîna girtî ne.