​​​​​​​Şandeya perwerdeyê li Almanyayê hevdîtinên xwe didomîne

Şandeya perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevdîtinên xwe yên li Almanyayê didomîne. Şande beşdarî konferansa Yekitiya Fêrkirinê ya Almanyayê bû.

​​​​​​​Şandeya perwerdeyê li Almanyayê hevdîtinên xwe didomîne
​​​​​​​Şandeya perwerdeyê li Almanyayê hevdîtinên xwe didomîne
​​​​​​​Şandeya perwerdeyê li Almanyayê hevdîtinên xwe didomîne
​​​​​​​Şandeya perwerdeyê li Almanyayê hevdîtinên xwe didomîne
11 sibat, 2023   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Cîgira Hevserokatiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dîlber Yûsif ji 6ʹê Sibatê ve hevdîtinan li Almanyayê pêk tînin.

9ʹê Sibatê Dîlber Yûsif bi endama Partiya Sosyalîst a Demokratîk Carolin Kirsch û parlamenterên Partiya Kesk a Alman re hevdîtin kir. Di hevdîtinên de pergala perwerdeyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çawaniya pevguhastina tecrubeyên perwerdeyê nîqaş kirin.

Ji bo xurtkirina têkilî û hemahengiyê di navbera Zanîngeha Cornell û Zanîngeha Rojava de, Dîlber Yûsif bi lêkolîner û mamosteyên Beşa Wêje û Ziman a Zanîngeha Cornell a Almanyayê re jî hevdîtin kir.

Hevseroka Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nesrîn Reşik bi endam û rayedarên Komeleya Responders e.V. re civiya. Her du aliyan behsa rêbazên pêşxistina perwerdeyê ya bi rêya hunerê kir.

Şandeya perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser duh beşdarî konferansa salane ya Yekitiya Fêrkirinê ya Almanyayê bû ku li bajarê Gottingen hat lidarxistin. Axaftina destpêkê ya konferansê ji aliyê seroka Yekitiya Fêrkirinê ya Almanyayê Maike Finnern ve hat kirin. Maike Finnern bal kişand ser xebatên sala borî yên yekitiyê û anî ziman ku divê piştevaniya yekitî û sendîkayên wekî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Ukraynayê were kirin.

Dîlber Yûsif jî di konferansê de axivî, behsa pergala perwerdeyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û astengiyên li pêşiya xebatên perwerdeyê kir. Nesrîn Reşik jî qala dîroka damezirandina Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rola yekitiyê ya avakirina mamosteyan kir. Nesrîn Reşik bal kişand ser astengiyên li pêşiya mamosteyan û qada perwerdeyê.

(bb)

ANHA